Di dema şerê Rûsya-Ûkraynayê de bikêmanî 500 zarok mirine
Dîrektora Bicihanînê ya UNICEFê Catherine Russellê aşkere kiriye ku ji destpêka şerê Rûsya-Ûkraynayê û vir ve bi kemanî 500 zarok mirine.
![Di dema şerê Rûsya-Ûkraynayê de bikêmanî 500 zarok mirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/276/799/original/asdfg.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dîrektora Bicihanînê ya Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) Catherine Russellê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê şerê Rûsya-Ûkraynayê de hin peyam weşandine.
Russellê diyar kiriye ku hejmarên UNICEFê piştrast kirine, dibe ku kêm bin û gotiye, “Malbat û zarokên ûkraynayî, berdêla herî mezin a vî şerê hov didin. Ji destpêka şer ango ji Sibata 2022yan heta niha bi kêmanî 501 zarok hatine kuştin. Her weha şer bûye sedema birîndariya hezar zarokan û hin ji van şop û birîndarî wê heta hetayê bimînin.” (NT/FD)