Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikînin
Bi îdiaya ku li Licê, navçeya Amedê îşkence li zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî kirine, duh (26ê Adarê) 5 polîs hatin desteserkirin. Dadgehê biryara girtina 3 polîsan da.
Serokê Baroya Amedê Nahît Erenî biryara girtina ragihand û got, ew bi tohmeta “bi zanebûn birîndar kirine” hatine girtin. Erenî destnîşan kir ku 2 polîs serbest bûne û tiştê kirine “sûcê îşkenceyê ye”.
Walîtî: Derb li zarokî dane
Walîtiya Amedê jî duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku 5 polîs ji wezîfeyê hatine dûrxistin û lêpirsîna wan tê kirin:
“Di 21ê Adara 2023yan de derb li zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî hatiye xistin û zarokiî serî li nexweşxaneya bajar a li navendê daye; piştî dermankirinê bi rojekê ji nexweşxaneyê derketiye.
“Dozgeriya Komarî ya Licê derbarê bûyerê de heman rojê lêpirsîn da destpêkirin, di 25ê Adara 2023yan de komîserek û çar polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Licê wezîfedar in, hatin desteserkirin û paşê jî ew şandin ber destên saziyên yasayî. Her weha 5 polîsên navborî ji wezîfeyê hatin dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.”
Di vê navberê de ji bo teşxîskirinê bangî Y.D.yî kirin û ew çû Fermandariya Cendermeyan a Licê.
Li gorî nûçeya ku MAyê ragihandiye, malbata zarokî gotiye, Y.D. çûye Fermandariya Cendermeyan a Licê û bêyî parêzerê wî li bal wî be, li ber dozgerî fotograf nîşanî wî dane. Y.D.yî li fotografan mêze kiriye û sê polisên îşkence lê kiriye, teşxîs kiriye.
Çi bûbû?
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di 21ê Adarê de li Licê, polîsan Y.D.yê 14 salî û hevalê wî yê 10 salî dema diçûn malê sekinandin. Polîsan bêyî ku ti hincetê nişan bidin ew desteser kirin û "birin cihekî ewle, xwestine bi darê zorê pê bidin gotin ku ew tirk e, bi quntaxa çeke lê dan, paşê jî dest û pêyên wî girê dan û ew xistin nava kîsekî."
Parêzerê malbatê Ramazan Karaalpî got, "Nexweşxaneya Dewletê ya Licê rapora derblêdanê ji bo zarokî amade kir û paşê ew şand Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û metirsî heye ku çavê wî yê rastê êdî nebîne."
Bavê zarokî jî diyar kir ku dema ew li nexweşxaneyê bû, polîsan ji wan re gotiye "Hûn Torosên Spî dixwazin" û gef li wan xwariye (RT/FD)