Fotograf: Platforma TCK 103
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wekîlên Serokê Koma CHPyê Engîn Altay, Ozgur Ozel û Engîn Ozkoçî pêşniyarname amade kiriye û 129 parlamenterên CHPyê îmze dane. Wan, ev pêşniyarname îro (21ê Kanûna Pêşiyê) pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye.
CHP wê bixwaze ku sibê (22yê Kanûna Pêşiyê) ev pêşniyarname bê gotûbêjkirin û bal kişandiye ser wî tiştî ku “Bi xala 41ê ya Destûra Bingehîn ji bo zarokan ji her cûre îstîsmarê û tundkariyê biparêze, dewlet erkdar e.”
“Dewlet bi erka xwe ranabe”
CHPyê di pêşniyarnameyê de gotiye:
“Digel hikmê vekirî yê Destûra Bingehîn, îstîsmara li zarokan û tundkariya li zarokan, hatiye asteke gelekî metirsîdar. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di sala 2020an de hejmara dozên ku ji ber sûcê îstîsmara zayendî ya li zarokan vebûye, 15 hezar û 213 e.
“Îstîsmar bi tenê li yek zarokî/ê jî bibe, ev tê wê wateyê ku dewlet bi erka xwe re ranebûye.
“Ev mînak nîşan dide ku bê ka şopandina zarokên dest bi dibistanê nakin, çiqas girîng e. Bûyerên li dezgehên mîna cemaat/terîqetan ên weke komele/weqif xuya dikin pêk tên ên îstîsmarê, nîşan didin ku ev der nayên kontrolkirin. Her çend Parlamentoyê di 3yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de bi hejmara 442yê Rapora Komisyona Lêkolînê weşandiye û tê de behsa tedbîrên divê derbarê hemû cûreyên bûyerên îstîsmarê bên wergirtin de hatiye kirin, hewcedariyên raporê pêk nehatine.
“Ji bo ku diyar bibe bê ka çi berpirsiyariyên Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Malbatan, Wezareta Dadê û Wezareta Kar û Barên Naxweyî û yên saziyên dewletê yên di vê derengmayinê de diyar bibin û her cûre tedbîrên ku dikarin îstîsmara zayendî asteng bikin diyar bibin, li gorî xala 98an a Destûra Bengihîn û xalên 104 û 105ê yên rêziknameya navxweyî ya Parlamentoyê em dixwazin komîsyoneke lêkolînê li Parlamentoyê bê avakirin.”
(RT/FD)