Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kadîr I. û Yûsûf Ziya G., damezrînerê Weqfa Hîranûrê ku serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye di doza H.K.G.yê de hatibûn desteserkirin.
Piştî îfadeyên wan yên emniyetê şandine Edliyeya Anadolûyê.
Bersûc Kadîr I. û Yûsûf Ziya G. bi tohmeta ku “li ser hev îstismara zayendî li zarokê kirine” hatine girtin.
2emîn Dadgeha Giran a Anadolûya Stenbolê derbarê Kadîr I.û Yûsûf Ziya G. de cûda bi cûda biryara zeftkirinê dabû.
Rojnamegerê BirGün, Rojnameger Tîmur Soykan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Cîhana tarî zarokek daqurtand: Di tariya terîqetê de hê 6 salî ye..." de di 3ê Kanûna Pêşîyê de Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela daye zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye.
Her weha Soykanî di nivîsa xwe de destnîşan kiriye ku zarok di tevahiya piçûkatiya xwe de îstismara zayendî lê hatiye kirin. Tiştên ku qewimîye bi gilî kirina H.K.G.yê derketine holê.
Parêzerê H.K.G.yê bi daxwaza girtina Kadîr I. û Yûsûf Ziya G. serî li dadgehê dabû.
(RT/AY)