İnfografîk: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di 326 rojên navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23ê Çiriya Paşiyê de herî kêm 296 jin kuştine û herî kêm 715 jin birîndar kirine.
Mêran 17 jinên koçber kuştine. Di 326 rojên navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23ê Çiriya Paşiyê de herî kêm mirina 169 jinan çapemeniyê “biguman” nivîsandiye.
Kê jin kuştine?
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 218 jin kuştine. Bav, bira, kur û xizmên din 23 jin, zava 8 jin, ciranan 5 jin, xizm 16 jin, diz jinekê nexweş jinekê, xwediyê kar jinekê û du jin hevalê wan ew kuştine.
Mêran bi çi ango çawa jin kuştine?
Mêran 176 jin bi çekên gulexwar, 76 jin bi birek, kêr û amûrên weke wan, 21 jin bi fetisandinê, 10 jin bi lêdanê kuştine. Her weha mêran 2 jin ji şaneşînê avêtiye xwarê û ew kuştine, du jin bi îşkenceyê, jinekê bi şewitandinê, jinekê jî bi jehr kirine kuştiye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran 7 jin bi çi ango çawa kuştine.
Mêran jin li kîderê kuştine?
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; Mêran 189 jin li nava malê, 89 jin jî li qadên derve yên weke kolan, daristan û cihê kar kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran 20 jin li kîderê kuştine.
Ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an û vir ve ji Gulistan Dokû, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê agahî nayê stendin.
Li gorî rapora tûndkariya mêran a bîanetê hûrgiliyên derketine pêş yên têkildarî kuştinên di encama tûndkarîya mêran de pêk hatine yên di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23ê Çiriya Paşiya 2022an de weha ye:
Kanûna Paşîyê
*Ji mêrên ku jin kuştine jê yek wezîfedarê ewlehiya taybet bûye.
Sibat
*Ji jinên ku mêran kuştine jê yek welatiya Ukraynayê bûye.
*Jinekê astengdar bûye. Mêran herî kêm 3 jin digel ku biryara wan ya “parastin” ango “jêdûrxistinê” hebûye jî ew kuştine.
Adar
*Ji jinên ku mêran kuştine jê yek welatiya Tirkmenistanê, yek welatiya Afganistanê û yek jî welatiya Kirgizistanê bûye.
* Mêran herî kêm 6 jin digel ku biryara wan ya “parastin” ango “jêdûrxistinê” hebûye jî ew kuştine.
Nîsan
*Ji jinên ku mêran kuştine jê yek hemwelatiya Azerbaycanê û yek jî ya Ozbekistanê bûye. 3 mêr bi destûr ji girtîgehê derketine û sê jin kuştine.
* Mêran herî kêm 7 jin digel ku biryara wan ya “parastin” ango “jêdûrxistinê” hebûye jî ew kuştine.
Gulan
*Ji jinên ku di meha Gulanê de hatine kuştin jê yek trans bûye. Ji mêrên ku jin kuştine jê yek wezîfedarê ewlekariyê bûye.
*Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek welatiya Sûriyeyê, yek jî welatiya Afganistanê bûye. Mêran herî kêm 5 jin digel ku biryara wan ya “parastin” ango “jêdûrxistinê” hebûye ew kuştine. Du jinan ji ber tûndkariyê daxwaza parastinê kiribûn, ji ber ku daxwaza wan nehatiye bicîhkirin herdu jî hatine kuştin.
Hezîran
*Mêrekî ku jin kuştine polîs bû yek jî binefser bû. Digel biryara parastinê bi kêmanî sê jin hatine kuştin. Jinek jê welatiya Qirgizistanê bû.
Tîrmeh
*Digel biryara parastinê bi kêmanî 5 jin hatine kuştin. Jinek jê welatiya Ozbekistanê bû.
Tebax
*Digel biryara parastinê bi kêmanî 6 jin hatine kuştin. Jinek jê Sûriyeyî, du jê jî Gurcistanî bûn.
Îlon
*Yek ji jinên ku mêran ew kuştine Estonyayî yek jî ji Rûsyayê bû.
*Digel biryara parastinê, bi kêmanî sê jin hatine kuştine.
Çiriya Pêşiyê
*Yek ji jinên ku mêran ew kuştine Afganistanî bû.
*Mêran digel biryara parastinê, bi kêmanî çar jin kuştine.
Kanûna Paşiyê Aysel Y., Canan I., Dilan P. , Dilara Yıldız, Elif T., Emsal E., Esra U., Funda K., Gözde K., Gülbeyaz P., Günay Özyıldız*, Hacer Evlice, Hasanpaşa Ö., Hüda Gün, Keziban K., Naima Gün, Nermin Celep, Nurcan K., Ömür Erez, Raziye Oskay, Safiye G., Safura G., Zeynep Ş. *Jineke trans bû Sibat Arife A., Aysel Yaşar, Azime Akman, Damla Kuş, Duriye Taşdelen, Eda Nur E., Esin D., Gülbahar K., Güler Gül, Gülsüm K., Hanife B., Hasret Dalkoparan, Hatice D., Hazal Alpyörük, Hilal A., Hüsne E., Nazife B. Olha E., Şahizer A., Tülin Çetin, Vasfiye E., Yasemin A. Adar Adviye Özgür, Aıdanah Abykaliewa, Asya Pınar Üzümcü, Aynur K., Ayşe İşlek, Ayşe O., Ayşe P., Buket P., Çiçek Y., Ebru Cızdan, Eda Evli, Emine S., Fadime K., Fatma Çetin, Fatma Gümüş, Fatma S., Gülşen O., Kader Vural A., Marziye Salehzade, Nargul Jepbarova, Raziye Karabuğa, Remziye Y., Şeyma Demir, Tuba K., Yağmur Sönmez. Nîsan Ayşe Ş., Berivan Altürk, Bilge A., Ceylam K., Demet A., Duriye G., Elif G., Esma S., Fatma N., Gözde Ç., Gülay Doğan, Hatce K., Hatice E., Hatice K., Havva Ruhcan, Irodakhon D., İrem Kostakoğlu, Kader Gökçe, Nahide Özçimen, Nur E., Nurcan S., Remziye Tüysüz, Semta T., Sevim Yılmaz, Şükrü Gür, Turana Umayev, Ülkü Durmaz, Zenep Gıcık, Zerif Doğan. Gulan Ayşe A., Dilej Ceylan, Recea M., Zeynep Koyun, Sultan Irmak, İpek Ağmaz*, Asiye Nur Atalay, Sema K., Hülya Elkoca, Hatice Ç., Sakine Kültür, Safiye M., Yeliz Kalkan, Sinem Sökmen, Zehra Ç., Nusel T., Şule T., Serap Bor, Cansu Geyik, Haldun Uyaroğlu, Şeyma Biran, Pınar Kızıl, Derya Karya, Gol Bibi, Rojda Ş., Beril Varol, Türkan Demir, Nevriye Ş., Keziban Başak D., B.T., Güler T., çapemeniyê navê jineke ku mêran ew kuştiye, nenevîsiye. *Jineke trans bû. Hêzîran Aysel Bozkurt, Ayşecik Dağıstanlı Ceylan, Cansu Sezer, Emine El A., Ezgi Taşıran, Funda G., Gamze A., Gülümser S., "G., H.Ş., Hasibe A., Hatice B., Hatice Barış, İrem E., Keremet Nyshanova, Kübra Açar, Meryem K., N.D., Nilgün Söken, Özlem Ç., Özlem D., Rabia A., Refika K., S.M., Sevim Özdemir, Saadet P., Saliha Birincibubar, Stalina Luisa, Şengül K., Ummuhan Y., Yasemin Öztürk, Yıldız Y. Tîrmeh Birgül BÇ., Derya Tekin, Döndü S., E.B., Elif Güneş, Emine Y., Esra Altınkaynak, Esra Yamak, Ezgi Ö., Fatma Ö., Güllü S., Gülperi Aksoy, Huriye B., Kader D., Nedime Dinçer, Nurcan Orman, Nurgül Gülsoy D., Nuriye M., Nurten O., Öznur Tufan, Pınar Damar, R.D.A, Servet Bakırtaş, Sojida Kalandarova, Sultan P., Tülay E., Yasemin Çedik, Zeynep T. Tebax Ayşe K., Ayşe P., Ayşen Ç., Berivan U., Dilek K., Ezgi Ö., Fadim S., Fikriye Vatansever, Filiz G., Gülten İnan, H.Ö, Hacer A., Hanige Ç., Hediye Y., Khvicha Osanadze, Leyla K., Mehlika Derici, Melek Yıldırım, Mihriban Arduç, Necla A., Neriman G., Nura Hac S., Rita E., Sanem G., Sevtap Akbacı, Sibel U., Susanber Özdemir, Şenay A., Şeyh Müslim, Ülkü A., Zeynep D Îlon A.E., Arzu A., Arzu E., Ayşe Kılıç, Berna Kargı B., Damla Çubukçu, Dilek Ç., Dilek K., Ezgi Deler, Fadime Cuma, Fatma Zehra Koruyan, Handan Ö., Hatice T., Hava S., Havva D., Jelana S., Kiraz B., Nur Efşan T., Pakistan D., Sabiha B., Sunay Aslan Kaya, Şermin Sarı, T.S, Vildan B., Y.B., Zeliha D. Çiriya Pêşiyê Bahar Torun, Bahtınur K., Beyza S., Burcu Tokaç, Dilek Ç., Döne Türkmen, Eda E., Emine C., Fadime Ç., Hacer Y., Havvanur K., Hena Şeyh Muhammed, Hilal Sultan Kırgöz, Huriye C., Huriye Z., Hülya Ş., Hüsniye Keskinbaş, İlksen T., Mevlüde A., Nadia Noori, Nazan Çatbaş, Nurhan İ., Nursel Bircan, Rahime Eker, Songül A., Sultan Ö., Tuğba U., Vahide Duran, Yadigar I., Yasemin S., Yasemin U., Zuhal I. Çiriya Paşiyê Aynur Çiçek, Fatma T., Hasen A., Hülya A., Kader Yiğit, Kudret K., Meryem Sevim, Nazlı M., Nergis G., Neriman Sakallı, Nurten K., Özlem C., Sidra Tameemi, Ümmühan H., Yasemin S., Zülfi Ç. *Navên ku heta 23ê Çiriya Paşiyê hatine kuştin tê de ne |
(EMK/AY/FD)
*Fotograf: Evrim Kepenek/bianet
*Daneyên ku heta 23ê Çiriya Paşiyê hatine berhevkirin, tê de ne