Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alî Mûhammedê 13 salî piştî ku ketiye Çemê Firatê, ber bi avê ketiye û can daye.
Alî Mûhammedê ji Sûreyeyê, li Taxa Meydanê ya navçeya Bêrecûkê ya Rihayê, ji bo xwe hênik bike ketiye Çemê Firatê.
Alî Mûhammed demekê di avê de avjenî kiriye û piştî demekê ber bi avê ketiye. Kesên li der û dorê hayê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê pê çêkirine. Tîmên rizgarkirinê yên bin avê, cesedê Alî Mûhammedî ji bin avê derxistiye.
Cesedê wî ji bo otopsiyê bi ambûlansê birine Tiba Edlî.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO), demeke berê aşkere kiribû ku, li seranserê cîhanê gelek zarokên temenê wan di navbera 1 û 24an de ye piranî ji ber di avê de difetisin, dimirin. (AÖ/FD)