Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Kenîseyên Katolîkan û Serokdewletê Vatîkanê Papa Franciscusî, ji ber li Kanadayê, li dibistanên şevborîn ên kenîseyan, îstîsmar û kiryarên xirab li zarokên xwecih bûye, lêborîn xwestiye.
Papayî serdana xwe ya ji bo Kanadayê bi gotina “heca tewbekirinê” penase kiriye û li bajarê Edmontonê beşdarî bernameyekê bûye ku serokên gelê xwecih, kesên ji dibistanên şevborîn ên kenîseyan rizgar bûne, siyasetmedar û gel jî li wir bûne.
“Ez bi dilnizmî lêborînê dixwazim”
Her weha Waliya Giştî ya Kanadayê Mary Simon, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, endamên kanîneya wezîran jî beşdarî li bernameyê kirine.
Papayî li vir pêlaveke ji Vatîkanê aniye daye jineke xwecih ku ya zarokekî/e li dibistaneke şevborîn a kenîseyê miriye. Nûnerekî gelê xwecih jî perekî qertelekî diyarî daye Papayî ku gelên xwecih bi serê xwe vedikin. Her weha daholek jî daye wî.
Papa Franciscusî tevî beşdaran dia kiriye û gotiye, “Ji ber van xerabiyên gelek Xristiyanan li dijî gelên xwecih pêk anîne, ez bi dilnizmî lêborînê dixwazim.”
Beşdaran ji ber van gotinên wî, çepik ji Papayî re lê dane. Papayî her weha diyar kiriye ku ev gava destpêkê ye.
Gor cara pêşiyê di sala 2021ê de hatibûn dîtin
Çi bûbû?
Yekem Dibistanên Şevîn ên Dêrê li Kanadayê di sala 1880î de vebûye û ya herî dawî jî di sala 1997ê de hatiye girtin. Paşê derket holê ku di dîroka Kanadayê de mezintirîn bûyerên îstîsmara zarokan li van dibistanan bûne.
ji 150 hezarî zêdetir zarokên cihnişîn bi darê zorê ji malbatên wan standine û van dibistanên şevîn bicih kirine. Zarok li van dibistanan rastî tundkarî û îstîsmara rahîb, rahîbe û dersdarên din hatine.
Di Gulana 2021ê de li bexçeyê Dibistana Şevîn a Dêrî ya Şersoran a Kamloopsê ya li eyaleta British Columbiayê bermahiyên 215 cesedên zarokan hatibûn dîtin. (AÖ/FD)