Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di sê rojên dawî de 3 zarokên karker di dema karkirinê de mirin e.
Mêrdîn
Roja şemiya 23ê Tîrmehê wesayîta ku karkerên çandiniyê yên demsalî tê de bûne qulibîye û di encamê de Furkan Kalemli yê 15 salî û Hasret Kuşa 20 salî mirine.
Di saet nêzîkî 05.00an de wesayîta ku karkerên çandiniyê têde bûye û ji Rihayê ve berbi Qosera Mêrdînê çûye wergeriya ye û di qezayê de 17 kes birîndar bûne.
Mêrsîn
Li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê Muhammet Ongunê 12 salî dema bizina diçêrîne ji zinaran ve ketiye miriye. Dema Ongun venegeriya malê malbat û gundiyên wî danê êvarê dest bi lêgerîna wî kirine. Di lêgerînê de cenazeyê Ongun di binê zinarên 50 metre bilind de hatiye dîtin.
Samsûn
Di 24ê Tîrmehê de zarokê 13 salî dema ajalên diçêrine nexweş ketiye û miriye. Mirina lawik bi guman hatiye nirxandin.
Li gorî Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karî (ISIG) di 9 salên dawî de herî kêm 556 zarok di dema karî de mirine.(AO/AY)