Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Taxa Karahîsarê ya Sarayê, navçeya Wanê leşker û cerdevanan gule bera ser mînîbusekê dane ku penaberên Afganistanî tê de bûn.
Bûyer duh di saetên êvarê de pêk hatiye û di encamê ed zarokekî/e 4 salî miriye, 13 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya MAyê, gundiyan gotiye, saetên nîvro, leşker û cerdevanan gule bera mînîbuseke penaberan dane ku li gorî îdiayan leşkeran gotiye "bisekine" lê wesayit nesekiniye.
Piştî gulebaranê, 22 penaber ji mînîbusê peya bûne û reviyane.
Kesên birîndar bûne bi ambûlansan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê. Li gorî zanyariyan, zarokeke/î 4 salî miriye û cesedê wî/ê birine morga nexweşxaneyê.
Walîtî: Gule pekiyaye
Walîtiyê îro (4ê Tîrmehê) daxuyaniyek weşandiye û îdia kiriye ku leşkeran ji ajokarî xwestiye bisekine lê ew nesekiniye û wan jî "gule bera tekeran dane."
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku "gule pekiyane" û ji ber zarokek 4 salî miriye, 12 penaber jî birîndar bûne. (RT/FD)