Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Serêkaniyê, navçeya Rihayê, ji aliyê din ê sînorî gule hatiye li serê zarokekî 9 salî ketiye û zarok di encamê de miriye.
Li gorî nûçeya MAyê, ji Serêkaniya Rojavayê, ya niha di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, gule li serê Yûsûf Y.yî ketiye. Y. sê roj in di beşa nexweşiyên giran de dihate dermankirin.
Yûsûf Y. li Taxa Barişê ya Serêkaniya Rihayê, çûye mala kalikê xwe ku 400 metre nêzîkî sînorî ye. Li wir gule li serê Yûsûf Y.yî dikeve "u bi giranî birîndar dibe. Yûsûf Y. dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û piştî wê jî ew birine nexweşxaneyeke taybet a li navenda Rihayê.
Yûsûf Y. îro li nexweşxaneyê can daye û cenazeyê wî ji bo otopsî were kirin, birine Midûriyeta Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Cenaze îro li navçeya Serêkaniyê wê were binaxkirin.
Baroyê daxuyaniyek weşandiye
Baroya Rihayê derbarê mirina Yûsûf Y.yî de daxuyaniyek weşandiye û gotiye: "Dewlet, berpirsiyar e ku cihên ewle ji bo jiyana zarokan ava bike. Ji bo parastina mafê jiyanê, ji bo ev cûre binpêkirin bidawî bibin, divê hemû berpirsiyariyên xwe pêk bîne. Em sersaxiyê ji malbata Yûsûf Y.yî re dixwazin û em dibêjin ku em ê piştgiriya wan bikin." (AÖ/FD)