Fotograf: unicef.org
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) diyar kiriye ku 11 sal ji ser krîza Sûriyeyê derbas bûye û gotiye, bi milyonan zarok li Sûriye û welatên cîran din ava tirşe, alîkariyê û rewa ne diyar de dijîn.
Dîrektora Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Fona Alîkariya bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, zarok in yên destpêkê û herî zede êşê dikişînin.
Khodrê di daxuyaniyê de gotiye:
"Hejmara zarokên sûriyeyî yên pêwistiya wan bi alîkariyê heye, gihîştiye asta herî bilind. Li Sûriyeyê pêwistîya 6 milyon û 500 hezar zarokan bi alîkariyê heye. Bilindtirîn hejmar e ku ji 11 salan û vir ve ango ji beriya krîzê û vir ve hatiye tomarkirin.
"Bi tene di her sê mehên vê salê de 213 zarok mirine yan jî birîndar bûne. Ji destpêka krîza sala 2011ê û vir ve hatiye pesendkirin ku jê 13 hezarê zêdetir zarok mirine yan jî birîndar bûne.
"Li welatên cîranên Sûriyeyê yên ne aram in û rewşa hesas a siyasî li wan heye, nêzîkî 5 milyon û 800 hezar zarok nikarin alîkariyê bidest bixin, jiyana wan di nava xizanî û zehmetiyan de derbas dibe.
"Li Sûriyeyê û welatên cîran hewceradiryên zarokan zêdetir dibin. Gelek malbat ji bo debara xwe bikin têkoşînê dikin. Yê xurekan jî di nav de, bihayê gelek kelûpelên esasî, hinekî jî ji ber bandora krîza Ûkraynayê, bi lez û bez zûde dibe.
"Li hêla din, fonên ji bo operasyonên alîkariya mirovî bi lez û bez kêm dibin. Ji bo xizmetguzariya bingehîn a weke perwerde, av, tenduristî, xwarin û parastina civakî ji nû ve ava bikin û ji bo ti zarokên sûriyeyî li dû nehêlin, neçar in razemeniyan bikin.
"UNICEF li ser navê zarokên li Sûriyeyê û dahata wan, ji bo çareseriyekê ji krîza siyasî re bibinin, banga xwe ya li hemû aliyan û kesên dikarin bandorê l wan bikin, dubare dike. Di rewşeke wiha de ku çareseriyeke bi vî renge pêk nehatiye, divê piştgiriya midexeleya mirovî ya li Sûriyeyê û welatên cîran berdewam bike. (AÖ/FD)