Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî beraetkirina polîsê ku bi wesayita bizirx li Efe Tektekîniyê 5 salî dabû û bûbû sedema mirina wî daxûyanî daye. Baroyê di daxuyaniyê de gotiye, “Faîlê Efe Tektekînî bi necezakirinê hatiye parastin”
Baroyê weha gotiye:
“Efe Tektekîniyê 5 salî di 11ê Îlona 2019an de wesayîta bizirx lê dabû û miribû. Danişîna biryarê ya dadkirina faîlê wî di roja 29.03.2022an de hat kirin.”
“Di dosyeya ku ji roja ewil ve ji aliyê navenda me de tê şopandin û daxwaza beşdarbûnê ya navenda me hatibû qebûlkirin de, bi hinceta ku 'qest û teşhîrkirin nîne' faîl beraat kir.”
"Di rapora pisporan a ku ATKya Amedê di dema lêpirsînê de amade kir de hatiye diyarkirin ku bavê Efe Tektekînî di esasê de qusûrdar e û faîl bêqusûr e.(AO/AY)