Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Amedê rapora xwe ya bi navê “Binpêkirina Mafên Zarokan ên ji ber Wesayitên Zirxkirî, Mayin û Pevçûn – Bermahiyên Şerî” aşkere kir.
Endamên Navenda Mafên Zarokan ên Baroyê, Ozlem Ender, Şoreş Denîz Tûgrûl, Omer Sansarkan û Mûrat Abayî paro amade kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber şerê li bajarên kurdan dewam dike, wesayitên zirxkirî, mayin û bermahiyên şer-pevçûnan li herêmê zêde ne.
Di rapora navborî de zanyariyên zarokên ku ji ber wesayitên zirxkirî li wan dane, mayîn û bermahiyên din ên şerî teqiyane û mirine yan jî birîndar bûne, hene.
Baroyê di rapora xwe de gotiye ku ji ber lêdana wesayitên zirxkirî û teqîna mayinan, bi taybet li bajarên kurdan binpêkirinên mafan zêde ne û ev jî ji ber “qedexeya cidakariyê” û polîtîkaya necezakirinê” pêk tê.
Wesayitîn zirxkirî li bin guhê 49 zarokan dane
Li gorî raporê di 10 salên dawiyê de ango di navbera salên 2011-2021ê de, ji ber wesayitên zirxkirî li wan daye 21 zarok mirine û 27 zarok jî birîndar bûne. Ji ber wesayita zirxkirî, li Herêma Marmarayê jî zarokek miriye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku bi taybet di navbera salên 2016 û 2018an de hejmara mirî û birîndaran zêde bûye û ji sedî 52yên binpêkirinên mafan di van salan de pêk hatine.
Ji ber bermahiyên şerî 45 zarok mirine
Di beşa raporê ya bi navê "Binpêkirinên Mafên Zarokan ên ji ber Mayin û Şer-Pevçûnan” de Baroyê destnîşan kiriye ku herî zêde li bajarên kurdan maf hatine binpêkirin. Li gorî vê raporê ji ber teqîna bermahiyên şerî li bajarên herêmê 45 zarok mirine, 126 zarok jî birîndar bûne. Baroyê diyar kiriye ku li Behra Spî û Egeyê li ser hev 9 zarok birîndar bûne.
Eren: Ji ber polîtîkayên ewlehiyê zarok dimirin
Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren derbarê raporê de bi bianetê re axivî û rapora xwe ya di 10ê Kanûnê de ya bi navê “Lêkolîna Mafên Mirovan a Amedê” bibîr xist. Erenî diyar kir ku li gorî vê rapora wan li bajarên kurdan mafên zarokan gelekî zêde tê binpêkirin.
Erenî di dewama axavtina xwe de got ku piştî pêvajoya çareseriyê bidawî bû û pevçûn destpê kir û piştî wê, mirinên ji ber bermahiyên şerî zêde bûne:
"Bedelê polîtîkayên ewlehiyê yên di pirsgirêka kurdan de herî zêde zarok didin. Piştî pevçûnên di navbera salên 2015-2016ê de li bajaran pêk hat, bermahiyên şerî nehatin paqijkirin û ji ber teqemeniyên li qadên lîstikê yên zarokan, zarok mirin.
"Necezakirin duyem xala girîng e"
"Dema em li daneyan dinêrin, mirina zarokan bêhtir piştî di sala 2015an de şer li navêndên bajaran destpê kirine, zêde bûye. Dîsa di dema Rewşa Awarte de ji ber wesayitên zirxkirî li nava kolanên bajaran bê ser û bin digerin, bûne bi sedema mirina bi dehan zarokan.
"Sedema yekem a van mirinan nêrîna dewletê ya li pirsgirêka kurdan e; ya duyem jî biryarên darazê ne. Heta niha di ti bûyerê de ti kes bi cezayê girtîgehê nehatiye cezakirin.
"Daraz bi taybet dema wesayitên zirxkirî li bin guhê zarokan dixin, aşkere weke bûyerên ji rêzê yên qezaya trafîkê dibîne, ceza nade an jî cezayan taloq dike. Yanî necezakirin heye, ev jî dibe sedema zêdebûna mirinan. Kurt û kurmancî zarokên kurdan an bi wesayitên zirxkirî yan jî bi bermahiyên şerî dimirin” (RT/FD)