Çavkanî: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Îlkadim, navçeya Samsûnê dersdêrek bi îddiaya ku îstismara zayendî li xwendekarên xwe kiriye, hatibû girtin. Ji bo wî dersdêrî 110 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Îddianameya ku Serdozgeriya Komarî ya Samsûnê derbarê dersdêrê bi navê Y.Ö. de amade kiribû ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Samsûnê ve hatiye qebûlkirin. Dersdêr li dibistanek seretayî wezîfedar bûye.
Bi tohmeta ku "îstîsmara zayendî û destdirêjî li zarokan kiriye" bi giştî 110 sal cezayê girtîgehê ji bo tohmetbar hatiye xwestin.
Di îddianameyê de îfadeyên zarokên ku rastî îstismarê hatine, malbatên zarokan, şahid û kesên xwediyê zanyariyan hene.
Di 14ê Kanûna Pêşiyê de bi iddiaya ku îstismara zayendî li xwendekarên xwe kiriye derbarê dersdêrê bi navê Y.O. de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Polîsan kamerayên ewlekariyê yên di dibistanê de lêkolîn kiribû û dersder desteser kiribûn.
Piştî îfadeyên dersdêr yên emniyetê ji bo edliyeyê hatibû şandin û dadgehê biryara girtina wî dabû.(AO/AY)