Vîdeo: Kıvılcım Akay Infografik: Yağmur Karagöz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 31ê Kanûna Pêşiyê de herî kêm 339 jin kuştine.
Têbinî: Di sala 2021an de mêran 324 jin kuştine. 15 kuştinên ku di salê berê de pêk hatine yên çapemeniyê nivîsandine jî di nav vê hêjmarê de ye. Çapemeniyê hin ji van 15 kuştinan di salên berê de weke “mirinên faîlên wan nediyar in” ango “kuştina biguman” nivîsandîbû.
Disan di heman demê de (1ê Kanûna Paşiyê 2021 - 31ê Kanûna Pêşiyê 2021) Mêran herî kêm tecawiz li 96 jinan kiriye, 208 zarok istismar kirine û tacîz li 424 jinan kirine. Mêran di sala 2021an de bi darê zorê karê sekse bi 772 jinan dane kirin.
Mêran di sala 2021an de hêrî kêm tûndkarî li 793 jinan kirine. Par çapemeniyê ji bo mirina herî hindik 213 jinan ku trans jî di nava de bûn, gotiye “biguman e.”
Mêran di sala 2021an de herî kêm hewldana kuştina heft jinan dane û gefa kuştinê li 38 jinan xwerine.
Di sala 2021an de çapemeniyê mirina herî hindik ya 8 jinan ku trans jî di nav de bûne, Weke “xwekuştin”, “neçar kirine ku xwe bikuje” û “xwekuştina biguman” nivîsandiye.
Li gorî zanyariyên çapemeniyê nivîsandiye mêran herî kêm 20 jin di gel ku biryara “parastin” û “jêdûrxistinê” hebûye, kuştine.
Di sala 2021an de herî kêm 10 jinan ji bo xwe ji tûndkarî û erîşa zayendî ya mêran biparêz in mafê xwe yê rewa bikaranine.
Kuştin
Mêran di sala 2021an de herî kêm 339 jin kuştine. Her weha mêran, herî kêm 20 mêr yên ku di dema kuştina jinan de li gel jinan bûne, kuştine. 15 jin yên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin, koçber bûne.
Mêran, jin li ku kuştine?
Mêran hema hema nîvê jinan li nava malan kuştine.
Mêran 198 jin li nava malan, 105 jin li cihên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 36 jin li ku kuştine.
Bajarên ku mêran jin lê kuştine
Edene (14), Afyon (8), Agirî (1), Aksaray (2), Enqere (13), Antalya (21), Dîlok (8), Erdexen (1), Aydin (6), Balıkesir (7), Bartın (1), Êlih (1), Burdur (1), Bursa (10), Çanakkale (2), Çorum (1), Denizli (8), Amed (7), Duzce (3), Edirne (1), Xarpêt (2), Erzincan (1), Erzîrom (1), Eskişehir (1), Giresun (3), Hatay (5), Idir (2), Stenbol (55), İzmir (15), Karabuk (1), Karaman (3), Kastamonu (1), Kayseri (12), Kırıkkale (2), Kırklareli (1), Kırşehir (4), Kilis (1), Kocaeli (14), Konya (13), Meletî (3), Manisa (6), Mereş (4), Mêrdîn (7), Mersin (7), Muğla (8), Nevşehir (2), Nigde (4), Ordu (3), Osmaniye (2), Rize (1), Sakarya (1), Samsun (8), Sinop (1), Sewas (4), Şirnex (1) Tekirdag (6), Tokat (2), Trabzon (4), Riha (6), Wan (3), Yozgat (2), Zonguldak (1).
Kê jin kuştine?
Ji nîvê jinan zêdetir mêr, destgirtî û kesî nêzî wan ew kuştine.
Di sala 2021an de yar, mêrê berê, destgirtî û mêr 209 jin kuştine.
Endamên malbatê yên weke zava, nevi, kur û bav 31 jin kuştine. 5 jin ji aliye zavayê xwe ve, 3 jin ji aliyên 9 dizên ku ketine malên wan ve, 9 jin ji aliye 9 hevalên xwe ve, 23 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jin ji aliyê hevkarê mêrên xwe ve, jinekê ji aliye esnafekî ve û 11 jin ji aliyê 11 cîranên xwe ve hatine kuştin.
Çepemeniyê nenivîsandiye bê ka herî kêm mêrên ku herî kêm 38 jin kuştine, çiyê wan in.
Di nav mêran de yên ku jin kuştine 4 polîs û 2 cerdevan hebûne.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran nîvê jinan bi çekên gulexwar kuştine.
Mêran 187 jin bi çekên gulexwar kuştine. 89 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Di sala 2021an de mêran 22 jin bi fetisandinê, herî kêm 22 jin jî bi derpkirinê bi îşkenceyê û bi pelixandina serî kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran 19 jin çawa kuştine.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 220 jin bi çi “hêcetî” kuştine. Mêran 58 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. Mêran 26 jin bi hêcata “bi kesê ku xwestiye re nedaye zewicandin, keça xwe nedaye, denge muzîkê kêm nekiriye kuştine.
Mêran 6 jin ji bo ku xesp bike kuştine. 4 jin bi behaneya namûsê û 5 jin jî bi hestê nijadperestiyê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
352 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene.
Ji wan tene 208 faîl hatine girtin. 49 faîl hatine desteserkirin. 7 faîl ji ber kêmbûna delîlan serbest bûye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya ya herî kêm 8 faîlan weke “derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin” nivîsandiye.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 57 faîlan weke “xwekuştine” ya 14 faîlan weke “revîye” nivîsandiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 8 faîlan nenivîsandiye. Faîlek ji aliyê mêrên din ve hatiye kuştin.
Kuştina Zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 31ê Kanûna Pêşiya 2021an de herî kêm. 34 zarok kuştine.
Di nav zarokên ku hatine kuştin de pitik jî hebûn. kuştin,
Kê zarokî kuştine?
Bav 17 zarok, merêk, 4 zarokê ku di temenê piçûkî de bi darê zorê pêre hatiye zewicandin û 2 zarok, heskiriyê dayîka wan, 2 zarok 2 hevalên wan, kalik, ap xizmên din 4 zarok û zirbav zarokekê kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku 3 zarok kuştine çî yê wan in.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Büşra K., Ali Doruk Tokkal, H.K., Tunç T., Kaan H., Sezen Ünlü, Zeynep Yılmaz, Ceren E., Şinasi T., Merivan Avcı, Yağmur Taylan, Kumsal Demirezen, Kerem G., Emine K., Funda B., İlknur Türksoy, Egemen M., Yaren G., Hiranur G., Elif G., Ebru A., Amara D., Aleyna M., Mehmet Ali M., Gülseren Mamuş, Elif Hazal Y., Erdem S., Müslime Y., Ayşegül Aydın, Elif Ada T., Defne Ü., Devran P., Hazal K., Yasemin Nur Ş.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Afyon (1), Antalya (1), Bayburt (1), Eskişehir (1), Mersin (1), Dîlok (1), Konya (1), Çanakkale (1), Çorum (2), Amed (1), Stenbol (5), İzmir (1), Tekirdag (1), Aydin (1), Balikesir (2), Samsûn (2), Kayserî (2), Trabzon (3), Riha (1), Hatay (2), Yalova (1), Kocaelî (1), Kirikkale (1).
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 34 faîlên ku zarok kuştine hene.
Tene 20 faîl hatine girtin, 5 faîl hatine desteserkirin û 4 faîlan jî xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “reviye” nivîsandiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 3 faîlan nenivîsandiye.
Tecawiz
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 31ê Kanûna Pêşiya 2021an de tecawiz li 96 jinan kiriye.
Şeş jinên ku mêran tecawiz lê kirine, astengdar bûne.
Herî kêm sê bûyerên tecawizê piştî hatiye zanîn ku jin ducanî ne aşkere bûye.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye 3 jê ozbekî, yek afganî, yek azerî û yek jî rûs bûye.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Bav kalik û endamên malbatê yên din tecawiz li 5 jinan, parêzer tecawiz li jinekê ku stajer bûye kiriye. Rêvebirê kar tecawiz li 5 jinan, heval 6, şofêr 3, mêrê wan 9, xizm 2, terapist 1, wezîfedarê olî 1, gardiyanên mêr 1, zava 1 û zabita tecawiz li jinekê kiriye.
Herî kêm di heft bûyerê tecawizê de ji yekî zêdetir faîl hebûne.
Mêran li ku tecawiz li jinan kirine?
Mêran tecawiz li nava malan li 18 jinan, li zanîngehan, buroyên hiqûqê, kolan, park,
daristan ango li qadên civakî tecawiz li 57 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 21 jinî kirine.
Pêvajoya hiqûqî
95 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine.
Bi tenê 32 mêr hatine girtin, herî hindik ji bo 2 mêran ti kirariyeke yasayayî an jî hiqûqî nehatiye kirin. 11 faîl hatine desteserkirin. Derbarê du faîlan de biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Derbarê 20 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 20 faîl serbest bûne.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 7 faîlan nenivîsandiye. Cezayê zîndanîkirina malê dane faîlek.
Tacîz
Mêran di sala 2021an de de herî kêm tacîz li 424 jinan kiriye. . Ji tacîzan herî kêm 8 sistematik bûye. Di nava jinên ku tacîz lê hatine kirin de jinên koçber jî hebûne.
Kê tacîz li jinan kirine?
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 91 mêrên ku tacîz li jinan kirine nas e an ne nas e. Sê jin ji aliye sîyasetmedarên mêr ve, 4 jin ji aliyê cîranên xwe ve, 6 jin ji aliyê rêvebirên herêmî ve, 16 jin aliye patron-rêvebirê karî ve, 9 jin ji aliy’ê hevalên xwe ve, 5 jin ji aliyê rêvebirê bar û parke ve, 4 jin ji aliyê şofêr ve, du jin ji aliyê rêwîyan ve , jinekê ji aliyê mêrê xwe ve û 6 jin ji aliyê karmendê balyozxaneyê yê mêr ve hatine tacîzkirin.
Mêran bi çi awayî tacîz li jinan kirine?
Mêran, bi awayê laşî û devkî tacîz li 404 jinan kiriye. Mêran bi masturbasyonê tacîz li jinekê û dîmenê 17 jinan girtine û ew tacîz kirine. Her weha mêran bi nîşandana fotografên pornografik du jin tacîz kirin e.
Mêran li kîderê jin tacîz kirine?
Mêran 9 jin li nava malan, 14 jin li derveyî mal û 270 jin jî li ser medya civakî tacîz kirin e. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran 4 jin li kîderê tacîz kirine.
Pêvajoya hiqûqî
122 mêrên fail hebûn ku tacîz li jinan kirine.
Bi tene 30 faîl hatine girtin. 40 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 24 faîlan nenivîsandiye.
Derbarê 20 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 3 faîlan weke “reviye” nivîsandiye. 4 faîl serbest bûne. Derbarê faîlek de jî çi kirariyek qanûnî nehatiye kirin.
Îstismara zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 31ê Kanûna Pêşiya 2021an de zarokên kur jî di nav de 208 zarok îstismar kirine.
Kê îstismar li zarokan kirine?
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka herî kêm 86 kesên ku istismar li 86 zarokan kirine kîyê wan in. 66 zarok ji aliye dersdêr, karmendên dibistanê ve hatiye istismar kirin. Her weha 6 zarok ji aliyê cîranê xwe ve hatine îstismarkirin. Herî kêm 27 zarok ji aliye bav, bira û endamên malbatê yên din ve hatine îstismarkirin.
Mêran li ku îstismar li zarokan kirine?
Mêran li dibistan, wesayita serwîsê û derdora dibistanê îstismar li 149 zarokan kirine. Mêran îstismar li nava malan li 12 zarokan kirine.. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 47 zarokî kirine.
Pêvajoya hiqûqî
195 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine.
Bi tene 66 faîl hatine girtin. 29 faîl piştî îfadeya wan hatine girtin serbest mane. 59 faîl hatine desteserkirin.
Derbarê 14 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê 3 faîlan de çi kirariyek qanûnî nehatiye kirin. Kelemçeya elektronîk li faîlek xistine.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 5 faîlan weke “reviye” nivîsandiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 18 faîlan nenivîsandiye.
Tundkarî – Birîndarkirin
Mêran di sala 2021an de tundkarî herî hindik li 793 jinan kiriye. Mêran 65 jin bi giranî birîndar kirine. 14 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye ne welatiyên Tirkiyeyê (sûriyeyî, afganî, azerbaycanî, ukraynî îranî, somalîyî ) bûne.
Herî hindik 5 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, trans bûne.
Mêran digel biryara “dûrxistinê” û “parastinê” tundkarî li 31 jinan kiriye. Herî hindik 12 bûyerên tundkariya mêran sîstematîk bûye.
Kê tundkarî li jinan kiriye?
Çapemeniyê nenivîsandiye ku 138 jinan û mêrên tundkarî li wan kiriye hev nas dikin an na. Mêr, destgirtî, mêrên kevn an jî destgirtiyên tevn tundkarî herî hindik li 550 jinan kiriye.
Bav, kur, bira ango malbatan herî hindik tundkarî li 53 jinan kiriye. Her weha patronê sê jinan û zavayê çar jinan tundkarî li wan kiriye. Cerdevan tûndkarî li du jinan, xwediyê mal li jinekê, destgirtiyê dayîka wê li jinekê, heval û cîran li 21 jinan polîs li çar jinan, xizm li 13 jinan, kurye li du jinan û şofêr li jinekê tûndkarî kiriye.
Mêran li ku tûndkarî li jinan kirine?
Mêran tûndkarî li nava malan li 355 jinan, li derveyî malan li 257 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tûndkarî li 177 jinan kirine. 4 bûyerên tûndkariyê li ser medya civakî bûne.
Pêvajoya hiqûqî
826 faîlên mêr hebûne ku tundkarî kirin e. Herî kêm 76 faîl hatine girtin. 152 faîl hatine desteserkirin. Derbarê 245 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 7 faîlan xwekuştine. Herî kêm derbarê 17 faîlan de biryara dûrxistinê hatiye dayîn.
Herî kêm 37 faîl serbest bûne. Çapameniyê her weha ji bo rewşa 55 failan gotiye “lê digerin”, “bazdaye” û pêvajoya hiqûqî ya 237 failan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di sala 2021an de herî hindik karkeriya seksê ya mecbûrî bi 706 jinan daye kirin. Di nava vê hejmarê de zarokên ku temenên wan di jêr 18deyan de hebûn. 359 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi wan hatiye kirin Tirkiyeyî, 413 jin jî ji welatên din bûne.
Pêvajoya hiqûqî
706 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. Ji wan 144 hatine girtin. 450 fail desteser kirine. Ti karekî yasayî an jî hiqûqî ji bo 112 failan nekirine an jî ew serbest mane.
Navên jinên ku di sala 2021an de ji aliye mêran ve hatine kuştin
Kanûna Paşiyê: Aleyna Yurtkölesi, Arzu Aygün, Aslıhan Dal, Aygül Ç., Ayşe Yaylan, Dilan K., Döndü B., Esma A., Ferdane Kurt, Feride Y., Gonca Pekşen, Hatice B., Hatice S., Melek Ayaz G., Nergis Beyaz, Neriman K., Sevda K., Sevgi Tekin, Süryan B., Şadiye Öztürk, Şükran B., Vildan İ.
Sibat: Ayşe Nazlı Kınacı, Birgül Y., Canan A., El Mohammed, Emel Tokkal, Feride T., Gamze Kaçar B., Gonca A., Güler Kaya, Gülistan Ş., Gülsüm B., Hacer Ç., Hanife Y., Hatice H., Hatice T., İkram K., Kader Balcı, Karanfil Ö., Melek G., Meral Şen, Meryem Güneş, Mihrican E., Nergiz S., Nur Cemil H., Pınar Can, Raziye Ö., Saime Ü., Samira Lkhadır, Saniye Kaçar, Semiha Peker, Sibel A., Şule Yıldırım, Zeynep I.
Adar: Aysel Y., Bedia A., Bensu Narlı, Beyzanur F., Cennet A., Ceyda Ö., Elif Atay, Fatma Kovan, Gamze G., Gülbahar Asabay, Gülsen Işık G., Halime Türkaslan, Hanım Pınarlı, Hatice Ş., Hatice Y., Havva Yılmaz, Hüsna T., İslim A., Mediha A., Meral S., Mervenur Polat, Miraş Güneş, Nagihan Üste, Nebahat K., Necla Demirbaş, Nuran K., Rabia D., Reyhan K., Seher E., Serap T., Serpil F., Serpil Pala, Sevcan D., Sultan A., Yeter Yılmaz Teyo.
Nîsan: Arzu İlhan K., Aygül Y., Ayşe C., Berrin Dalyanoğlu K., Emine Fulya Akçelebi, Esra Çelik, Fatma Abravcı, Filiz G., Hatice Işık, Koçer D., Melek Yıldız, Mevlüde P., Mültezim I., Seda K., Selma Ö., Tuba M., Yıldız Gül.
Gulan: Arife Nur Sarıoğlu, Aslı Ö., Birgül Ç., Emel D., Fatma Öz, G.G, Gülendam Göz, Gülseren Akarsu, Melek Elşemo, Sarı Laçin, Semra Ç., Sibel Kaman, Şirvan Dinmez, Şükriye A., Tuğçe Duman, Yudum M., Zeynep E., Kamile Y.
Hezîran: Adalet B., Anzelika Sraufant, Arzu Rahman Gök, Aysel K., Bircan D., Deniz Poyraz, Döndü Özyiğit, Emel D., Firdevs Öztürk, Hacer B., Halime Uyar, Handan Ç., İlknur Ç., Kader Oktay, Medine Seyis, Nazife T., Nuran Ş., Sadriye Ş., Sevgi D., Sibel Koçan, Şahigül Buluş, Şengül G., Yasemin A., Yemen A.
Tîrmeh: Aysel Y., Deniz F., Derya Aldıç, Durdu Kadem Kızıloluk, Ebru K., Elvan Gezer, Fatma A., Fatma Keke, Gülcan E., Hamiyet Y., Hatice Çetin D., Hatun Güneş Özsoy, İpek Dedeoğlu, Kader K., Mehtap K., Meryem M., Öykü Y., Selma Ö., Serap Dedeoğlu, Serpil Dedeoğlu, Sevda Çelemoğlu, Sibel Dedeoğlu, Şadiye R., Zeynep Ü.
Tebax: Atiye P., Aysel Akkale, Azime Ö., Azra Gülendam Haytaoğlu, Bahar T., Baran Hasan Rasho, Cennet G., E.G., Ebru Y., Elif Saltık, Emel Göçer, Esra Hankulu, Fatma İnan, Gönül Y., Gülcan Kılıç, Gülizar Kılıç, Gülten D., Hacer A., Hanife M., Hatice A., Hediye T., Kadriye Akdeniz, Kübra Ö., Nazlı M., Necla Koçyiğit, Pakize M., Rahime Y. , Sema Nur S., Senem B., Sude Akarsu, Sultan Duran, Ulviye Aba, Yasemin Ö., Zekiye Hossini
Îlon: Aynur M., Ayşe B., Eda A., Ela S., Emine P., Fatma Haideri, Fatma K., Fehime Tüfenk, Filiz Akgöz, Gurbet F., Gülten Y., Hatice S., Kadrie A., Melike C., Mercan B., Murat Sözübir*, Nermin G., Nurgül Altıntaş, Özlem K., S.Ö., Şennur Ç., Şura Asena Altıntaş, Tarhana Yaman, Tatyana Feodorava, Tuğba D., Yüksel S.
Çiriya Pêşiyê: Ayat A., Ayşe Taşma, Demet K., Fatime Gül, Fatma S., Gönül Y., Gülsüm Er, Hadika Ç., Hasret Tutal, Hülya Şimşek, Meltem G., Nazlı Koldagul, Nefes Balkan* Nuriye Ü., Semra Y., Sena Altan, Servet T., Sevil Ş., Seyhan Gözer, Şebnem Şirin Ülker İ., Yadigar Adıgüzel.
Çiriya Paşiyê: Aysel D., Ayşegül Sert, Azize Gülmez, Başak Cengiz, Behice Ç., Berrak*, Ekin Gökçe Yıldız, Esra M.Ç, Fatma T., Gülsüm Yarış, Hanife D., Hanife Mutlu, Hatice Mercan, Huriye Ş., İlknur Gökay Tuncel, Meltem Layıker, Neslihan Batur, Neslihan Kaya, Nilgün Akman Sümer, Nurcan T., Nurdan B., Nurhan A., Nursel T., Sahra Gizem Aksu, Sanem K., Selime P., Sevda Ş., Songül Değirmenci, Sultan Karabulut, Şahibe A., Şahinder K., Şefika Mercan, Zeynep Uçar, bir kadının da ismi basına yansımadı.
Kanûna Pêşiyê: Ayşegül T., Cahide C., Cemile D., Derya Damla Y., Derya Gül, Fatma H., Feriha Temiz, Gülderen Ç., Gülsenem Y., Gülser U., Güzin Ç., Hatun M., Hayriye Aylin Alkutay, Hibetullah el Muhammed el Nasır, Hülya Alacay, Hürmet D., Kadriye Başçı, Kezban Meşe, Kübra E., Lola Ibatova, Mariyam Aloui Ep Guitni, Melike Yağmur, Meral B., Meryem Yılmaz, Mülkiye Kazan, Nazik S., Nebahat Er, Nebahat Ö., Özlem Çopur, Ruliye A., Selva El Hinedi, Sevda Yalın, Ümmün Gülsüm B., Zehra Ç.
Jinên ku di salên berê de hatine kuştin û çapemeniyê di 2021an de nivîsandiye
Zeynep Gongor, Guldane B., Samira Rashidan, Emine Akkesen, Leyla Ganigülü, Nesrişah Yorgun, Destina Masal Türker, Tuğçe Mutlu Unal, Ayşe T., Pakize A., Necla Buyukşen, Hediye D., Şeyma M., Mukadder Zeyrek, S.D.
Navên jinên koçber yên ku mêran kuştine
Samira Lkhadır (Fas), Samira Rashidan (Fas), Melek Elşemo (Suriye), Anzelika Sraufant (Ukrayna), Baran Hasan Rasho (Ezidi), Zekiye Hossini (Afganistan), Tarhana Yaman (Azerbaycan), Fatıma Haideri (Afganistan), Tatyana Feodorova (Rusya), Ayat A. (Kırgizistan), Selva El Hibedi (Suriye), Hibetullah el Muhammed el Nasır (Suriye), Mariyam Aloui Ep Guitni (Tunus), Lola Ibatova (Özbekitan) û jinekê afganî ku çapemeniyê navê wê nenivîsandiye.
Navên transên ku mêran kuştine
Miraş Guneş (İzmir), Nefes Balkan (Kocaeli), Murat Sozubîr (Tekirdag), Berrak (Izmîr)
*Di nav van navan de jinên ku di salên berê de hatine kuştin û di sala 2021an de di çapemeniyê de hatine nivîsandin jî hene
(EMK/AY)