Fotograf: HDP
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunayê li navenda partiya xwe civîna xwe ya heftane pêk aniye. Gunayê di civînê de Sersala Kurdan pîroz kiriye û bal kişandiye ser biryara girtina Zara Mohammediyê: “Îro sersala Kurdan e. Ez cardin sersala Kurdan pîroz dikim. Îro li hemberî Kurdan, dijmatî, li hemberî zimanê Kurdan heps û zordarî li her derê berdewam dike. Herî dawî Mamoste Zara Mohamedî li Îranê hate girtin. Sedem çi bû? Perwerde dayin bû. Mixabin îro li Tirkiyeyê jî perwerdehiya bi Kurdî qedexe ye, li Îranê jî perwerdehiya zimanê Kurdî qedexe ye. Lê Kurd li her derê li zimanê xwe xwedî derdikevin, li her derê bi rêbazekê zimanê xwe didomînin.”
Bixwîne - Serlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî destpê kiriye
“Xwelî li serê wan neyaran be”
“Heya dawî em ê ji bo zimanê xwe têkoşînê bimeşînin. Herî dawî bi gotina Zara Mohammedî, ez ê gotina xwe bibêjim. Ya rast ji neyarên Kurdan re ez dibêjim, “xwelî li serê wan neyaran be.” Ez jî vê gotinê dubare dikim.”
“Dersa Kurdî hilbijêrin”
Gunayê di civînê de behsa pêvajoya hilbijartina dersên bijarte jî kiriye û ji dê û bavan xwestiye ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin:
“Ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî her tim hewldaneke HDPê, helwdaneke Kurdan heye. Daxwaz û bangewaziya me ji bo perwerdahiya zimanê zikmakî ye. Lê mixabin di şert û mercên Tirkiyeyê de ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Lê derfeteke din heye ew jî dersên hilbijêr yên Kurdî ne. Em dizanin dersên hilbijêrî ji bo Kurdî têrê nake lê derfetek e. Em dersên hilbijêrî bi hev re hilbijêrin dê baştir bibe. Herî dawî heya 21ê Çileyê malbat û dê û bav divê ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Ez bangewaziya vê yekê li tevahiya malbat û xwendevanan dikim. Dersên kurdî hilbijêrin.”
Pêvajo wê 21ê Kanûna Paşiyê de bidawî bibe
Pêvajoya hilbijartina dersên kurdî di 3yê Kanûna Paşiyê de destpê kiribû. Pêvajo wê heta 21ê Kanûna Paşiyê dewam bike.
Xwendekarên li polên 5-6-7 û 8an dixwînin, dikarin ji rêveberiya dibistanên xwe daxwaz bikin û dersên kurdî bistînin. Piştî ku 10 xwendekaran daxwaza dersa kurdî kir, li dibistanê wê dersdarek were wezîfedarkirin û ew ê dersa kurdî bide. (FD)