Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herema Bronxê ya New Yorkê agir bi xaniyekî ketiye û 9 jê zarok 19 kes mirine.
Stefan Rinel, Şêwirmendê Serokê Şaredariyê Eric Adamsî ragihandiye ku 19 kes mirine, 9 ji wan zarok in. Rewşa 13 kesên ku rakirine nexweşxaneyê jî giran e.
Departmana Agirkujên New Yorkê (DANY) diyar kiriye ku kesên li qatên jor yên li avahiyê rûdinên, bandora dûxanê li wan bûye û rayedar bi fikarin hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.
Beriya rewş zelal bibe, hatibû gotin li Bronxê agir bi avahiyekê ketiye, 63 kesên ku tê de asê mane birîndar in û halê 32 ji wan jî giran e.
Hefteya borî jî li Philadelphiayê agir bi avahiyekê ketibû û 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn. (HA/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye