*Infografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 34 jin kuştine û tecawiz li 7 jinan kirine.
Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 13 jinan (Stenbol (2), Enqere (2), Riha (1), Kocaelî (2), Amed (1), Çewlîg(1), Mereş (1), Balikesîr (1), Karabuk (1), Mûgla (1)) wekî “biguman” nivîsandiye.
Ji mirinên ku biguman yek jê a jinekê trans bûye.
Li Sêrtê çapemeniyê mirina jinekê weke “kuştina ku faîlê wê diyar nebûye” nivîsandiye. Li Stenbolê mêrek hewl da jinekê bikuje. Li Dîlokê mêrek gefa “kuştinê” li jina xwe ya berê xwariye.
2021-2020-2019
Mêran di sala 2021an de 324 jin kuştine, 424 jin tacîz kirine, îstismar li 208 zarokan kirine, tecawiz li 96 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 772 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 793 jinan kirine. Di sala 2021an de çapemeniyê kuştina 213 jinan weke “biguman” nivîsandiye. Mêran di vê salê de herî kêm 34 zarok kuştine.
Mêran di sala 2020an de hêrî kêm 284 jin kuştine, 147 jin tacîz kirine, îstismar li 265 zarokan kirine, tecawizî 96 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 818 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 792 jinan kirine.
Mêran di sala 2019an de hêrî kêm 328 jin û 15 zarok kuştine, 232 jin tacîz kirine, îstismar li 279 zarokan kirine, tecawizî 51 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 712 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 630 jinan kirine. Di sala 2019an de çapemeniyê kuştina 134 jinan weke “biguman” nivîsandiye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 34 jin kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 24 bû. Ji jinên ku mêran kuştinê 2 jê welatiyê Sûriyeyê, yek welatiya Tûnûsê û yek jî xelkê Ozbekistanê bûye.
Jinên ku di meha Kanuna Pêşiyê de hatine kuştin
Ayşeül T., Cahide C., Cemile D., Derya Damla Y., Derya Gül, Fatma H., Feriha Temiz, Gülderen Ç., Gülsenem Y., Gülser U., Güzin Ç., Hatun M., Hayriye Aylin Alkutay, Hibetullah el Muhammed el Nasır, Hülya Alacay, Hürmet D., Kadriye Başçı, Kezban Meşe, Kübra E., Lola Ibatova, Mariyam Aloui Ep Guitni, Melike Yağmur, Meral B., Meryem Yılmaz, Mülkiye Kazan, Nazik S., Nebahat Er, Nebahat Ö., Özlem Çopur, Ruliye A., Selva El Hinedi, Sevda Yalın, Ümmün Gülsüm B., Zehra Ç.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (3), Eqere (2), Antalya (6), Bursa (2), Ezirgan (1), Giresun (1), Stenbol (2), Izmîr (1), Kayserî (2), Kocaelî (4), Mêrdîn (3), Mersin (1), Mûgla (1), Rîze (1), Şirnex (1), Trabzon (1), Riha (2)
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 24 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran heft jin ji ber ku xwestine“cihê bibe” kuştine.
Mêran jinekê ji ber ku “nexwestiye pê re bizewice”, du jin jî ji ber “hesûdiyê” kuştine.
Mêr, destgirtî û mêrê berê 27 jin kuştine. Bav, kur û endamên malbatê yên din 3 jin kuştine. Jinekê kurê wê, jinekê zavayê wê ew kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka 2 mêrên ku 2 jin kuştine nas e an ne nas e.
Mêran nîvê jinan di nava malê de kuştiye.
Mêran 19 jin li nava malan, 11 jin jî li cihên weke salona dawetê, park, market, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêran çar jin li ku kuştiye.
Mêran ji nîvî zêdetirê jinan bi çekên gulexwar kuştine.
Mêran 21 jin bi çekên gulexwar û 10 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Çepemeniyê nenivisandiye bê ka mêran jinekê bi çi ango çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 33 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 20 mêr hatine girtin.
Faîlek hatiye desteserkirin. Faîlek jî ji ber ku delîl kêm bûye serbest hatiye berdan.
10 faîlan xwekuştine.
Kuştina zarokan
Di Kanûna Pêşiya 2021an de mêran herî hindik çar zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar du bû.
3 zarok bavê wan, zarokekê jî zirbavê wê dikuje.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Defne U., Devran P., Hazal K., Yasemin Nur Ş.,
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Kayserî(1), Kirikkale(1), Stenbol(2)
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûne ku zarok kuştine. Du jê hatine girtin, duyan jî xwe kuştine.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 7 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 4 bû.
Jinên ku mêran destdirêjî li wan kirine yek jê welatiya Ozbekistanê, yek welatiya Azerbaycanê û yek jî welatiya Rûsyayê bûye.
Jinekê destgirtiyê wê yê berê, jinekê jî mêrê wê tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka 11 mêrên ku tecawiz li 5 jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran tecawiz li qadên derve yên weke daristan, otobus û kargehan li 5 jinan kirine, li nava mal li 2 jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Enqere(1), Antalya(2), Hatay(1), Stenbol(3)
Pêvajoya hiqûqî
13 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Cezayê “dûrxistina ji mal” dane faîlek. Faîlek hatiye desteserkirin. 10 faîl serbest kirine.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm tacîz li 12 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 11 bû. Ji jinan yek welatiya Çekê bûye.
2 jin doktorê wan, jinekê cîranê wê ew tacîz kiriye. Her weha 9 jinan 10 mêrên ku ew tacîz kirine nasnedikirin.
Mêran bi devkî û laşî tacîz li 12 jinan kirin. Mêran li qadên wek kolan, metro û yên derveyê mal jin tacîz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol (5), Kocaelî(2), Nîgde(1), Zongûldak(4)
Pêvajoya hiqûqî
9 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. 6 faîl hatine desteserkirin, derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin, faîlek jî serbest hatiye berdan.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de îstîsmar herî hindik li 37 zarokên keç û kur kiriye. Par ev hejmar di heman mehê de 8 bû.
Sê dersdêran herî kêm îstismar li 17 zarokan kirine. Dersdarê Olî îstîsmar li heft zarokan, zarokekê, zirbavê wê, yek mêrê wê, yek kalikê wê û zarokekê jî xizmê wê îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê 10 mêrên herî kêm îstîsmar li 9 zarokan kirine nas e an ne nas e.
Mêran li nava malan îstîsmar li du zarokan, li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan li 35 zarokan kirine.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine |
Edene(1), Afyon (2), Ankara (1), Aydin (3), Amed (1), Erzîrom (7), İzmir (8), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Mûgla (1), Samsun (10), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
18 faîl hebûn ku îstîsmar li zarokan kiriye. Tenê 8 faîl hatine girtin. 4 faîl hatine desteserkirin. Faîlek serbest bûye. Faîlek ji wezîfeyê hatiye girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivîsandiye.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî hindik tundkarî li 61 jinan kiriye. Par heman mehê hejmar dîsa, 61 bû.
Heşt jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, “bi giranî” birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran “biryara parastinê” binpê kirine û tundkarî herî hindik li pênc jinan kiriye. Mêran bi rêyên dijîtal tundkarî li du jinan kiriye. Mêrekî kelemçeya xwe ya elektronîk şikandiye û paşê êrîşî jinekê kiriye.
Mêran tundkarî li jineke sûriyeyî kiriye. Mêran bi rêk û pêk îşkence li herî hindik li 3 jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kirine Edene (5), Enqere (1), Antalya (3), Dîlop (1), Aydin (1), Bûrsa (1), Amed (1), Edîrne (19), Elezîz (2), Isparta (1), Stenbol (7), Îzmîr (1), Kastamonû (1), Kayserî (1), Kirikkale (1), Kirklareli (2), Kocaeli (4), Konya (1), Kutahya (1), Sakarya (1), Sêwaz (2), Tokat (1), Riha (2) |
Destgirtî, hevjîn, xoşevîstî herî hindik 45 jinan tundkarî li wan kirine. Hevkarê du jinan ên rêzefîlman, xizmê jinekê, hevalekî jinekê tundkarî li wan kirine. Belavkarekî kargoyê li mala wê tundkarî li jinekê kiriye. Rêvebirekî partiyeke siyasî tundkarî li jinekî kiriye. Kurên du jinan tundkarî li wan kirine, polîsekî jî tundkarî li jinekê kiriye. Medyayê nenivîsiye bê ka 7 jinan û mêrên tundkarî li wan kirine, hev nas dikin ya na.
Mêran ji ber “xwestine ji hev veqetin an jî li hev neyên” tundkarî li 7 jinan, bi sedema “hesûdiyê” tundkarî li çar jinan kirine. Medyayê “sedema” tundkariya mêran li 50 jinan kiriye, nenivîsiye.
Mêran derb li 40 jinan dane, neh jin bi kêran û yên weke wan, heft jin bi çekan, sê jin jî şewitandine û birîndar kirine. Mêran bi rêyên dijîtal tundkarî li du jinan kiriye.
Mêran 12 jin li nava wesayitê, li kargehê, li nava otobisê, li daristanê ango li li derveyî malê, 41 jin jî li nava malan birîndar kirine. Medyayê negotiye bê ka mêran şeş jin li ku birîndar kiriye.
Pêvajoya hiqûqî Herî hindik 60 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tenê pênc faîl hatine girtin. 16 faîl desteser kirine. Ji bo 21 faîlan karûbarên yasayî kirine. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bûye, ji bo faîlekî biryara dûrxistinê dane. Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya 16 faîlan nekiriye. |
Karkeriya Seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi 130 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî dane kirin. Par ev hejmar di heman mehê de 43 bû. 35 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava vê hejmarê de zarok jî hene.
Pêvajoya hiqûqî 142 faîlan bi darê zorê karkeriya seksî bi jinan daye kirin. 115 faîl hatine desteserkirin. 27 hatine girtin. |
(EMK/AY/FD)
*Fotograf: Evrim Kepenek / bianet