Infografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê ya 2021an de herî kêm 34 jin û du mêrên ku li gel wan bûne kuştine û tecawiz li 2 jinan kiriye.
Di meha Çiriya Paşiyê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 16 jinan (Aydin (1), Akşehir (1), Denizlî (2), Sêwas (1), Stenbol (4), Bartin (1), Mereş (1), Kocaelî (1), Rîze (1), Sakarya (1), Wan (2) wekî “biguman” nivîsandiye.
Ji mirinên ku biguman yek jê a jinekê trans bûye.
Li Stenbolê jinekê li dijî mêrê ku xwestiyê wê zarokên wê bikuje mafê xwe yê parastina rewa bikaraniye.
Mêran li Eskîşehîr, Zongûldak û Stenbolê “gefa kuştinê” li sê jinan xwerine.
Li Êlihê mirine jinekê çapemeniyê weke “kuştina faîlê wê nehatiye diyarkirin” nivîsandiye.
Hatiye îddiakirin ku li Îdirê mêr bûne sedem ku jinekê xwe bikûje. Mêr li Stenbolê bûne sedem ku jinekê xwe bikuje.
2021-2020-2019
Mêran di 11 mehên destpêkê yên sala 2021an de 290 jin kuştine, 412 jin tacîz kirine, îstismar li 171 zarokan kirine, tecawiz 89 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 642 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 732 jinan kirine. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 199 jinan weke “biguman” nivîsandiye. Mêran di van 11 mehên salê de herî kêm 30 zarok kuştine.
Mêran di 11 mehên destpêkê yên sala 2020an de hêrî kêm 260 jin kuştine, 136 jin tacîz kirine, îstismar li 257 zarokan kirine, tecawizî 92 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 775 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 731 jinan kirine.
Mêran di 11 mehên destpêkê yên sala 2019an de hêrî kêm 305 jin kuştine, 204 jin tacîz kirine, îstismar li 247 zarokan kirine, tecawizî 46 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 551 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 556 jinan kirine.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê ya 2021an de herî kêm 34 jin kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 31 bû. Ji jinên ku mêran kuştinê yek jê trans bûye û yek jî welatiyê Afganistanê bûye.
Jinên ku di meha Çiriya Paşiyê de hatine kuştin
Aysel D., Ayşegül Sert, Azize Gülmez, Başak Cengiz, Behice Ç., Berrak*, Ekin Gökçe Yıldız, Esra M.Ç, Fatma T., Gülsüm Yarış, Hanife D., Hanife Mutlu, Hatice Mercan, Huriye Ş., İlknur Gökay Tuncel, Meltem Layıker, Neslihan Batur, Neslihan Kaya, Nilgün Akman Sümer, Nurcan T., Nurdan B., Nurhan A., Nursel T., Sahra Gizem Aksu, Sanem K., Selime P., Sevda Ş., Songül Değirmenci, Sultan Karabulut, Şahibe A., Şahinder K., Şefika Mercan, Zeynep Uçar û çapemeniyê navê jinekê nenivisiye.
*Transa ku hatiye kuştin.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (1), Afyon (3), Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (4), Aydin (2), Bartin (1), Êlih (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Erzîrom (1), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (1), Kayseri (2), Kırklarelî (1), Meletî (1), Mûgla (1), Nîgde (1), Ordû (1), Samsûn (1), Tekîrdag (1), Wan (1).
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 21 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran şeş jin ji ber ku xwestine“cihê bibe” kuştine.
Mêran jinekê ji ber ku “nafaka xwestiye”, jinekê ji ber ku “zêdebûna kirê”, du jin ji ber “hesûdiyê” û sê jî ji ber “dijminatiyê” kuştine.
Ji sedî 47 jinan ji aliyê mêr, destgirtî û mêrên herî nêzîkî wan ve hatiye kuştin.
Mêr, destgirtî û mêrê berê 16 jin kuştine. Bav, kur û endamên malbatê yên din 5 jin kuştine. Jinekê cîranê wê, jinekê destgirtiyê xuşka wê, sê jin xizmêkî wan ê mêr ew kuştine, Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka 9 mêrên ku 8 jin kuştine nas e an ne nas e.
Mêran nîvê jinan di nava malê de kuştiye.
Mêran 17 jin li nava malan, 16 jin jî li cihên weke salona dawetê, park, market, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêran jinekê li ku kuştiye.
Mêran ji nîvî zêdetirê jinan bi çekên gulexwar kuştine.
Mêran 20 jin bi çekên gulexwar û 7 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha mêran du jin fetisandine, du jin bi wesayîtê pelixandine, du jin bi derpkirin û lêdanê kuştine. Çepemeniyê nenivisandiye bê ka mêran jinekê bi çi ango çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 32 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 14 mêr hatine girtin.
3 faîl hatine desteserkirin. 5 faîlan xwekuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 2 faîlan weke “lêdigerin” ya du faîlan jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Di Çiriya Paşiya 2021an de mêran herî hindik sê zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar du bû.
Zarokekê bapîrê wê, pitikekê bavê wê û zarokekê jî mêrekî nenaskirî ew kuştiye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Muslime Y., Ayşegul Aydin, Elif Ada T.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Antalya(1), Mersîn(1), Yalova
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûne ku zarok kuştine. Du jê hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî weke “hatiye desteserkirin” nivîsandiye.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 2 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 13 bû.
Jinekê destgirtiyê wê yê berê, jinekê jî hevalê wê tecawiz lê kiriye.
Mêran tecawiz li qadên derve yên weke daristan, otobus û kargehan li du jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Stenbol(2)
Pêvajoya hiqûqî
Du mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya her du faîlan jî weke “doz li wan hatiye vekirin”, “kirariya qanûnî hatiye destpêkirin” nivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm tacîz li 16 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 4 bû. Ji jinan yek welatiya Çekê bûye.
Jinekê hevalê wê, jinekê pisporê estetîkê, çar jin karmendekî şaredariyê, jinekê seyaqê teksiye, jinekê rêvebirê wê tacîz lê kiriye. Her weha 8 jinan 8 mêrên ku ew tacîz kirine nasnedikirin.
Mêran bi devkî û laşî tacîz li 15 jinan kirine û wêneyê jinekê jî kişandine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Bursa (1), Denizli (3), Giresun (1), Stenbol (3), Kırklareli (4), Nevşehir (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
13 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 2 faîlan weke “lêpirsîn hatiye destpêkirin” ya 6 faîlan “hatine desteserkirin” nivîsandiye ya 4 faîlan jî nenivîsandiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de îstîsmar herî hindik li 11 zarokên keç û kur kiriye. Par ev hejmar di heman mehê de 31 bû.
Zarokek jê kêmendam e. Dersdarekî îstismara ku li zarokan bûye derxistiye holê.
pênc dersdar û dersdarên etutê herî hindik îstîsmar li çar zarokan, bavên wan îstîsmar li du zarokan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê îstîsmar li 3 zarokan kiriye.
Mêran li nava malan îstîsmar li du zarokan, li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan li neh zarokan kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine Semsûr (1), Enqere (1), Dîlok (1), Balikesir (1), Denizli (1), Duzce (1), Nevşehir (3), Ordu (1), Tekirdag (1). |
Pêvajoya hiqûqî 10 faîl hebûn ku îstîsmar li zarokan kiriye. Çar faîl hatine girtin. Faîlek hatiye desteserkirin. Du faîl serbest bûne. Kar û barên yasayî ji bo du faîlan hatiye kirine. |
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de Tundkarî herî hindik li 62 jinan kiriye. Par ev hejmar di heman mehê de 61 bû.
12 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel “biryara parastinê”, mêran herî hindik tundkarî li sê jinan kiriye. Mêran bi rêyên dijîtal tundkarî li jinekê kiriye.
Mêran bi rêk û pêk îşkence herî hindik li şeş jinan kiriye. Du jin trans bûn.
Bajarên ku mêran lê tundkarî li jinan kiriye Edene (1), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (2), Dîlok (3), Denizli (1), Amed (1), Edirne (18), Colemêrg (1), Stenbol (15), Îzmîr (4), Kayseri (1), Kocaeli (3), Konya (1), Meletî (1), Mereş (1), Mêrsin (1), Samsun (1), Tekirdag (1),Wan (1). Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran tundkarî li ku li jinekê kiriye. |
Hevjîn, destgirtî, tundkarî herî hindik li 38 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka 17 mêrên tundkarî li 15 jinan kiriye kî ne. Hevalekî jinekê, xizmê jinekê, zavayê jinekê tundkarî li wan kiriye. Mêrên li barekê kar dikin tundkarî li jinekê kiriye. Du mêrên ku cîranê du jinan, xizmê hevjînê jinekê tundkarî lê kiriye.
Mêran “ji ber xwestiye cida bibe, ne xwestiye li hev bê” tundkarî li 12 jinan kiriye. Mêran bi mehneya “hesûdiyê” tundkarî li heşt jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi “mehneyan” tundkarî li 41 jinan kiriye.
Mêran derb li 49 jinan dane, pênc jin bi kêr û tiştên weke wê, heft jin bi çekên gulebar, jinek jî şewitandine û birîndar kirine.
Mêran li nava erebeyan, kargeh, otobis, daristan nago li derveyî malan 24 jin birîndar kirine, 27 jin jî li nava malan birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran 10 jin li ku birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî Herî hindik 62 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. bi tenê heşt faîl girtine. Heşt faîl jî desteser kirine. Çapemeniyê ji bo pêvajoya 23 faîlan gotiye “lêpirsîn destpê kirine”, “karûbarên yasayî dane destpêkirin”. Heşt faîl serbest bûne. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan gotiye “baz daye”, “lê digerin”. Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya herî hindik 13 faîlan nekiriye. |
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî hindik bi 56 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî dane kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 60 bû. 34 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava wan de zarok jî hebûn.
Pêvajoya hiqûqî 57 faîl hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. 55 jê hatine desteserkirin bi tenê du faîl hatine girtin. |
(EMK/AY/FD)