Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûray Turkmen, Endama Meclîsa Partiyê û Huseyîn Kaçmaz, Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) îro li Navenda Giştî ya partiya xwe civînek çapemeniyê lidarxistine. Di civînê de ragihandine ku partiya wan Komîsyona Zarokan ava kiriye.
Huseyîn Kaçmaz diyar kiriye ku komîsyonekî mayîn de ya meclîsê nîne ku pirsgirêkên ku zarok rûbirû dibin, çareser bike û gotiye:
Perwerdeya bi zimanê dayîkê
"Tirkiyeyê, Peymana Têkildarî Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di 14ê Îlona 1990an de îmze kiriye û îttîraz daniye ser xalên 17, 29 û 30emîn ên peymanê, Bi vî awayî berpirsyariya mafê zarokan ê perwerdeya zikmakî nehatiye hilgirtin. Ji ber vê helwesta Komîteya Mafê Zarokan a neteweyên Yekbûyî gelek caran Tirkiyeyê rexne û hişyar kiriye. Lê li gel ku 26 sal di ser îmzekirina vê peymanê re derbas bûne jî Tirkiye di vê mijarê de tu gav neavêtine û pirsgirêkên zarokan ên dibine mexdûrê wan çareser nekiriye. Ji ber zext û rêveberiya navendî ya li Tirkiyeyê ji bilî tirkî cihêkarî li zimanên din tê kirin û dibin mexdûrên polîtîkayên pişaftinê."
Karkeriya zarokan
Kaçmaz, bal kişandiye ser binpêkirinên mafên zarokan û têkildarî mijarê ev tişt aniye ziman: "Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê nêzî 2 milyonan zarok dixebitin. Rexmî ku xebitandina zarokan qedexe ye jî ji bo astengkirina xebitandina zarokan tu tiştek nayê kirin. Xebitandina zarokan wan ji zarokatiya wan dûr dixe û rêzgirtina wan kêm dike û xesarê dide pêşvebirina wan a fizîkî û zihnî. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin ji ber şer, koç, xizanî û newekheviya dahatê, daxwaza hêza kar a erzan û bêvenêrîn zarok tên xebitandin."
Zarokên ku di girtîgehan de ne
Di dawiya axaftina xwe de Kaçmaz, kuştina zarokan û îşkenceya ku li wan tê kirin jî bi bîr xistiye û weha gotiye: "345 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de bi dayikên xwe re girtî ne. Her wiha 60 ji wan keç bi giştî hezar û 896 zarok li girtîgehan tên ragirtin. Tundî, îşkence, tacîz û mehmeleya xebar li zarokan tê kirin. Em tev dizanîn ku li dijî zarokan sûcê eziyetê tê kirin. Dema kuştina xwe zarok dibin hedef. Ne partiyên siyasî ne jî saziyên dewletê ji bo parastina zarokan û mafê wan berpirsyariyên xwe bi cih naynin."
Nûray Turkmenê jî destnîşan kiriye ku wan li dijî dûreperêziya Tirkiyeyê ya ji bo Peymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî ji UNESCO û UNİCEFê re name şandine.
Turkmenê xebatên ku dê partiya wan bikin wiha rêz kirine:
"* Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina komîsyoneke di bin sîwana meclisê de ya tenê ji bo zarokan bimeşînin.
* Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina Wezareta Zarokan bidomînin.
* Em ê ji bo budçeyeke li gorî zarokan bixebitin.
* Em ê bi rêxistinên sivîl, baro û saziyên din re panelek li dar bixin û ji bo polîtîkayeke zarokan a tevahî bixebitin.
* Em ê ji bo avakirina bingeheke qanûnî ya amadekirina raporên Nirxandina Bandora Zarokan (ÇOED) bixebitin.
* Em ê ji bo lidarxistina xebatên herêmî û navneteweyî yên rakirina îttîrazên Tirkiyeyê yên li ser xalên 17, 29 û 30'emîn ên Peymana Mafê Zarokan bixebitin. .
* Em ê ji bo pêkanîna xebatên girtina girtîgehên zarokan xebatên qanûnî bimeşînin.
* Em ê ji bo girtina Dibistanên Heremî yên Şevînî ku bûne saziyên qirkirina çandî û derxistina holê ya texrîbata ku ava kirine, bi navê "Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê ya Dibistanên Herêmî yên Şevînî" xebatên avakirina komîsyonekê bikin."
(AO/AY)