Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Akdenîzê, navçeya Mersînê zaroka 15 salî ya sûriyeyî, şala wê ketibû ber makîneya pakêtkirina fêkîyan û miribû. Piştî vê bûyerê, 2 kesên gumanbar hatine desteserkirin. Dadgehê yek ji van kesan girtiye.
Ûla Keremiya sûrîyeyî li Kolana Baglarbaşiyê li cihê pakêtkirina fêkiyan kar dikin. Di dema karkirinê de şala serê wê ketibû ber makîneya pakêtkirinê û miribû. Serkar A.A û A.Ayê pisporê ewlehîya karî ji ber vê bûyerê hatine desteserkirin.
Bixwîne - Karkera zarok a sûriyeyî ya ku şala wê ketiye ber makîneyê mirîye
Polîsan îfadeyê gumanbaran wergirtine û ew şandine edliyeyê. Dadweriya Nobedar serkar A.A. girtiye û A.A.yê pisporê ewlehiya karî serbest kiriye.
Ji bo xwediyê kargehê, dadgehê biryara desteserkirinê daye.
Çi bibû?
Li Akdenîzê, navçeya Mersînê, şala li serê Ûla Keremî, penabera sûriyeyî ya 15 salî, li cihê kar ketibû ber makîneya pakêtkirina fêkiyan. Xebatkar Şehed El Îbrahimî gava dîtiye şala zarokê ketiye ber makîneyê, xwestiye wê ji makîneyê rizgar bike, lê pîyê wî jî dikeve ber makîneyê. Piştî ekîpên tenduristiyê agahdar kirine, ekîp çûne kargehê û diyar bûye ku Ûla Kerîmî can daye.
Li kargehê midaxele li birîna Şehed El Îbrahîmî kirine û ew birine nexweşxaneyeke taybet a Edeneyê.
Ji ber ku zarokek daye xebitandin, lêpirsînname ji bo xwediyê cihê kar hatiye amadekirin.
Di 8 salên dawî de 513 karkerên zarok mirine
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiyê û Ewlehiya Karî (ISG) di navbera salên 2013 û Gulana 2021an de herî kêm 513 karkerên zarok, di dema karkirinê de mirine. Ji vana 83 kes keç û û 430 kes jî kur in. Temenê 169 zarokan 14 û jê kêmtir e û temenê 344 zarokan jî di navbera 15-17an de ye. (AÖ/DD/FD)
* Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye