Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gulistan Kiliç-Koçyîgît, Parlamentera Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) derbarê avakirina Wezareta Zarokan de pêşniyazname pêşkêşî serokê meclîsê kiriye.
Gulistan Kiliç-Koçyîgîtê destnîşan kiriye ku divê mafên zarokan ên mirovbûnê bên parastin û Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Zarokan ku di bin banê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê de ye, di vî warî de ji pêdiviyan re nebûye bersiv.
Kiliç-Koçyîgîtê di beşa “Sedemê” ya pêşniyaznameyê de weha gotiye:
"Di nava karneya zarokan a Tirkiyeyê de; Îstîsmara zarokan, cihêkarî û tûndkariya li dijî zarokên keç, karkeriya zarokan, zarokên penaber, zarokên astengdar, zarokên li girtîgehan, zarokên di nava sînorê şer û tûndkariya fîzîkî de, zarokên nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bistînin û bi polîtîkayên asîmîlasyonê rûbirû hatine hîştin cih digirin.”
“Her wiha di nava Parlamentoyê de komîsyoneke pisporiyê ya polîtîkaya zarokan ava dike yan jî li ser pirsgirêkên zarokan disekine, nîne. Di sala 2019 an de di bin banê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê de komîsyonek ji bo Mafên Zarokan hatiye avakirin, lê belê vê komîsyonê ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokan ti amadekariyeke qanûnî nekiriye.”
“Di çarçoveya van sedeman de ez daxwaza avakirina wezaretekê dikim ku hemû desthilat û berpirsiyarî di cihêkî de kom bibin û organa ku dê peywirên xwe yên ku ji peymanên navneteweyî û qanûna bingehîn pêk tê bi cih bîne.”(AO/AY)