Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rapora Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG), di salên desthilata Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, herî hindik 28 hezar û 380 karker di dema karkirinê de mirine.
Ji 2002an heta roja me hejmara karkeran mirine
Di du mehên dawiyê yên sala 2002yan de herî hindik 146 karker, di sala 2003yan de herî hindik 811 karker, di sala 2004an de herî hindik hezar û 44 karker, di sala 2008an de herî hindik 866 karker, di sala 2009an de herî hindik hezar û 171 karker, di sala 2010an de herî hindik hezar û 454 karker, di sala 2011an de herî hindik hezar û 710 karker, di sala 2012an de herî hindik 878 karker, di sala 2013an de herî hindik hezar û 235 karker, di sala 2014an de herî hindik hezar û 886 karker, di sala 2015an de herî hindik hezar û 730 karker, di sala 2016an de herî hindik hezar û 970 karker, di sala 2017an de herî hindik 2006 karker, di sala 2018an de herî hindik hezar û 923 karker, di sala 2019an de herî hindik hezar û 736 karker, di sala 2020an de herî hindik 2427 karker û di deh mehên sala 2021an de herî hindik hezar û 847 karker mirine.
“Her sal herî hindik 60 zarok mirine”
ISIGê bal kişandiye ser van xalan:
- Li Tirkiyeyê sîstema kuştina karkeran berdewam e. Gelek qetlîamên karkeran ên weke Soma, Davûtpaşa, Ostîm, Torûnlar, Isparta, Duzce, Ermenek, Esenyûrt, Erzerom, Samsûn, Gulluk, Elbîstan, Şirnex, Dûrsûnbey, Hendek, Balafirxaneya 3yem, Tersaneyên Tûzlayê, xîzkirina jeansan di vê demê de bûne.
- Her sal ji bo her hezar karkerî texmînên nexweşiyên pîşeyî tên diyarkirin. Her sal tê texmînkirin ku karker di navbera 4 û 12yan de bi nexweşiyên nû yên pîşeyî bikevin. Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê her sal di navbera 120 hezar û 360 hezarî de karker, bi nexweşiyên pîşeyî dikevin. Lê dewlet mirinên ji ber nexweşiyên pîşeyî veşartiye.
- Bêdadiya piştî mirina karkeran û necezakirin bûye qaîdeyek.
- Piştî ku desthilat bi dest xistin Qanûna Karî ya hejmar 4857ê derxistin û bi vê re xebitandina taşeronan, karkirina dema wê nediyar û bê ewle fermî kirin.
- Zor û zext li sendîkayan kirin, karkerên bûne endamên sendîkayan ji kar avêtin û sendîkayên nêzîkî desthilatê serwer kirin. Grev bi sedema “ewlehiya netewî” qedexe kirin û di 1ê Gulanê de qad hatin girtin.
- Dewlet li gorî yasayên xwe tevnegeriya, wê zarokên ku kar dikirin neparast. Zarok di wan karan jî didin xebitandin ku ji bo karkirina zarokan qedexe ne û zarokên temenê wan di jêr 15yan de ne jî didin karkirin. Yek ji sêyê wan 14 salî û biçûktir, her sal di navbera 60-70 zarokan di dema karkirinê de dimirin.
- Di çandiniyê, pîşesaziyê û xizmetguzariyê de jin di şert mercên gelekî xirab te hatine karkirin. Her weha tundkarî û tacîz li wan bûye. Karê ku jin di nava malan de dikin nayên dîtin. Her sal di navbera 120 û 250yî de jin dema kar dikin, dimirin.
- Di demên dawiyê de her sal nêzîkî 100 karkerên penaber dimirin.
- Hikûmetê temenê teqawidbûnê kiriye 65. Gelek kes digel ku teqawid bûne, kar dikin, li bendê ne temenê wan ê teqawidiyê temam bibe û ji ber bêsîgorte kar kirine an jî heqê wan ê sîgorteyê kêm hatiye dayîn, bi milyonan karkerên teqawidbûyî/kal-pîr hene. Her sal ji sedî 20-25 karkerên ku di dema karkirinê de dimirin, ji van karkeran pêk tê.
(EMK/FD)