Fotograf: JinNews
Şaredariya Silopiyayê “Mîhrîcana Şano û Zarokan” lidar xistiye. Mîhrîcanê bi lîstoka Don Kîxot destpê kiriye.
Şaredariya Silopiyayê ya HDPî ji bo zarokan mîhrîcanekê lidar xistiye. Mîhrîcana Şano û Zarokan dê ji aliyê Komîsyona Çandê ya Şaredariya Silopiyayê ve di navbera 20ê Çiriya Pêşiyê û 17ê Çiriya Paşiyê de bê lidarxistin. Wê di çarçoveya mîhrîcanê de 8 bername pêk were.
Mijde Çaliş, Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyayê û Komîsyona Çandê aniye ziman ku welatî 2 sal û nîv in ji ber pandemiyê di mal de bûn û ev yek bandoreke neyînî li wan kiriye.
Çaliş destnîşan kiriye ku pandemiyê herî zêde bandor li zarokan kiriye û niha ew dixwazin bi vê mîhrîcanê moral û motîvasyona zarokan baş bikin.
Bernameya mîrhrîcanê wiha ye:
* 20ê Çiriya Pêşiyê: Şanoya Bajarê Amed-Şanoya Donkîşot
* 21-22ê Çiriya Pêşiyê: Ma Müzik-Atolyeya Zarokan
* 2ê Çiriya Paşiyê: Dîcle-Firat- Atolyeya Zarokan
*3-4ê Çiriya Paşiyê: Şanoya Êlihê-Werne Ziman
* 16-17ê Çiriya Paşiyê: Aryen û Mechel: Atolyeya Zarokan
(AY)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê