Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
DAIŞê di 20ê Tîrmeha 2015an de êrîşeke bombeyî li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê, navçeya rihayê pêk anîbû. Di encama vê êrîşê de 33 kesên ku ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobaniyê re, hatibûn kuştin.
Doza derbarê êrîşê de dewam dike ku bi tenê bersûcek bi tohmeta endam û rêveberê DAIŞê ye tê dadgehkirin û girtî ye. Lê deh bersûc nehatine girtin û tên dadgehkirin.
Serlêdana ku ji bo rayedarên fermî werin dadgehkirin a li Dadgeha Destûra Bingehîn, nehatiye qebûlkirin. Di serlêdanê de hatibû gotin ku rayedaran tedbîrên hewce dikirin, nestendine û mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Dadgehê îro sedema biryara xwe aşkere kiriye û ev biryar di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza 13 kesan bi sedemên cida cida qebûl nekiriye.
Dadgehê bi sedema ku rêyên serlêdanê bidawî nebûne, serlêdana 8 kesan qebûl nekiriye. Her weha bi sedema ku “bêbingeh e”, serlêdana çar kesan a ji ber “binpêkirina mafên jiyanê” jî bi yekdengî red kiriye. Ji ber ku serlêdarek jî di sala 2020an de miriye, Dadgeha Destûrî serlêdana wî jî qebûl nekiriye.
Di serlêdanê de hatibû gotin ku digel zanyariyên îstixbaratê, rayedarên fermî di asta kêm de jî tedbîr nestindine, ti lêpirsîna beriprsîn fermî û siyasiyên berpirsên bûyerê ne, nehatiya kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûrî li dijî vê nêrînê derketiye û gotiye ku ew nêrîn “bêbingeh in”. (AS/FD)