Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Eregliyê, navçeya Konyayê mîhek ketiye çala avê. Zarokê ku xwestiye mîhê ji çalê derxe, fetisiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, zarokê 12 salî yê bi navê M.D. li Taxa Saricayê dema bezê xwe diçêrîne, mîheke wî dikeve nav çala avê. M.D. ji bo mîhê ji nava avê derxe, dikeve çalê lê nikare xwe rizgar bike û di nav avê de diperpite.
Bav û xwişka wî dema dibînin zarok di nava avê de diperpite, ew jî dikevin çalê. Bav û xwişk paşê ji nava avê derketine û haya ji ekîban ji bûyerê çêkirine.
Ekîbên îtfaiye, tenduristî û cenderme çûne cihê bûyerê. Piştî xebatên rizgarkirinê laşê M.D.yî ji çalê derxistine.
Piştî dozgerî lêkolîn li ser laşî kiriye, birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê. (AÖ/FD)