Fotoğraf: Gürcan Öztürk- https://twitter.com/yoksulluk_ag
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tevna Xizaniya Dijwar bi navê “Li Tirkiyeyê Xizaniya Zarokan” raportek weşandiye.
Rapor li gorî xalên Şerta Civakî ya Ewropayê ya Hatiye Nûkirin amade bûye ku Tirkiyeyî îmze kiriye. Di raporê de çavdêriyên derbarê xizaniya zarokan û daneyên curbecûr ên derbarê mijarê de hene û bi piştgiriya Etkinizê ji Komîteya Mafên Civakî ya Ewropayê re şandine.
Ji bo raporê, li Stenbolê hevdîtin bi 103 malbatan re kirine ku dahata wan a birêkûpêk nîne, di karên rojane de û bê ewlekariya civakî dixebitin.
Li gorî lêkolîna Tevna Xizaniya Dijwar, ger mezinên malê ji ber nexweşî û hin sedemên din nikaribin kar bikin, zarok diçin kar dikin û debara malê dikin.
Hin daneyên ku di raporê de hatine weşandin wiha ne:
- Li 13 ji sedê malbatên ku hevdîtin bi wan re kirine, zarok kar dikin. Li 6 ji sedê wan, bi tenê zarok debara malan dikin.
- Ji sedî 38,8ê 103 malbatan gotine ku ihtimal heye ew ji malê lê dimînin, werin derxistin.
- Ji sedî 10ê malbatên ku debara xwe bi karên rojane dikin, li konan/holikan dimînin.
- Ji sedî 74ê malbatan bi zehmetî mama û paçikên zarokan dikirin, ji sedî 21ê wan qet nikarin bikirin. Malbat zarokên xwe yên temenê wan di navbera 0-3yâ de bi şorbeya hazir, ava bi şekir, lepeya pirincê û yên weke wan xwedî dikin ku ji bo zarokan têrê nakin. Ji sedî 38,7ê malbatan hema hema her roj danekî xwarinê naxwin.
- Ji sedî 39ê malbatan gotiye ku beriya pandemiyê jî ava paqij a vexwarinê bidest wan nediket. Ji sedî 49 jî di dema pandemiyê de ava vexwarinê bidest nexistiye.
- Ji sedî 85ê malbatan nikarin xurekên ku têra wan dikin, bidest bixin.
- Ji sedî 57,8ê 103 malbaan zarokan nekarîbû perwerdeya online dewam bikin.
Tevnê her weha gotiye ku li gorî çavdêriyên wan zarokên van malbatan karên berhevkirina kaxiz û xurdeyan, tekstîl û yên weke wan de kar dikin. Zarok di van karên giran de saetên dirêj neçar in bixebitin. (AÖ/FD)