Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Erenler, navçeya Sakaryayê duh zarokê ku wesayîta polîsan lêxistiye, miriye. Zarok bi pisqilêtê bûye.
Bixwîne- Polîsê ku Mîhraç Mîroglû kuştiye, nehatiye girtin
Bixwîne- Polîsê ku bûye sedema mirina Mîhraç ji wezîfeyê nehatiye girtin
Fûrkan Mûrat G.yê 14 salî di Lîseya Anadolûyê ya Alî Dîlmenî de xwendekarê pola 9em bûye û dema bi pisqilêta xwe diçe dibistanê wesayîta polîsan li cihê ku Kolana Karasû û Xaçerêya Topça Katli bi hev ve dibe lê xistiye.
Dema wesayîtê li zarokî xistiye bi giranî brîndar bûye û midaxeleya destpêkê polîsên k u di wesayîtê de bûne kirine.
Fûrkan Mûrat G. bi ambûlansê rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sakaryayê û digel hemû hewldanan sax nebûye.
Polîsê ajokar hatiye desteserkirin.
(AÖ/AY)