Fotograf: Dilek Şen
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna 8an a qetlîama trênê ya li Çorlûyê, navçeya Tekîrdagê pêk hatibû, li Navenda Perwerdeya Gelî ya navçeyê pêk hat. Di 8ê Tîrmeha 2018an de trênek qulipî bû û heft jê zarok, 25 kes miribûn. Herî hindik 300 kes jî birîndar bûbûn.
Dadgehkirin saet di 10.15 deqîqeyan de destpê kir.
Beriya dadgehkirin destpê bike, malbatên ku kesûkarên xwe winda kirine li Parka Santralê kom bûn û ber bi Navenda Perwerdeya Gelî ya Çorlûyê ve meşiyan. Mumîn Karasû, Ahmet Aslan, Alî Îhsan Ûygûn û Îsa Apaydin gotin ku ew dixwazin berpirsiyarên esasî werin dadgehkirin.
Misra Oza ku di dema qezayê de kurê wê Ogûz Arda Selê neh salî miribû wiha axivî: “Em ê îro bibînin bê ka dozgerî çi kiriye çi nekiriye. Xwîna 25 kesan di destê van kujeran de ye. Berpirsiyariya edaleta wê jî di nava wa dosyayan de ye ku li ber dozger Galîp Yilmaz Ozkûrşûnî ye.”
“Em li bendê birpirsan e”
Di danişînê de berê Mehmet Oz, kalikê Oguz Arda Selî axivî û wiha got: “Bila sala we ya nû ya dadê pîroz be. Em li bendê ne ku edalet pêk were. Ev sê sal in ku em diçin û tên dadgehan. Ev sê sal in em li bendê ne ku berpirsên esasî werin, em li aliyê rastê dinêrin, cihê bersûcan vala ye. Ger edalet nebe, bila ev dadgeh jî nebe.”
Salîha Erbîla ku hevjînê wê di dema qezayê de miriye wiha axivî: “Em ditirsin ku hûn me jî dadgeh bikin. Çima dadgehkirineke adil nabe? Ev sê sal in em li bendî çi ne? Em ê hîn çend salên din bisekinin? Ez dixwazim bipirsim, hûn çima ditirsin. Gelo ji ber hûn rojnamegeran, hevalên me, xizmên qurbaniyan jî dadgeh dikin, ditirsin? Ger hûnê dadgeh nekin, vekişin.”
“Hûn kujeran diparêzin”
Paşê Misra Oz, dêya Ogûz Arda Selî axivî û got ku ew dixwaze li ser navê kurê xwe Ogûz Arda Selî biaxive. Misra Oz wiha axivî: “Hûn çawa ne? Betlaneya we çawa bû, baş bû? Dozger Galîp Yilmaz Ozkûrşûn, ez meraq dikim van şeş mehan çi kiriye. Em ji bo rûyê we yê xweş bibînin şeş mehan nesekinîn. Dîsa çar bersûc li vir in. Di nava îdianameyê de sê sal in Bînalî Yildirim, Ahmet Aslan, Îsa Apaydinê ku 25 kes kuştine nîne. Dozgerê we kujeran diparêze. Edaleta pêk nehatiye li ser milê dozger e. Edaletê pêk bînin.”
Serokê dadgehê ji bo van gotinên Misra Ozê got: “Ti erkek an jî armancek me nîne ku em kujeran biparêzin. Ez tohmetên we qebûl nakim. Ji ber êşa we, min gotinên we nebirîn.”
“Siya Erdoganî li ser dosyayê ye”
Can Atalay, yek ji parêzerên malbatên qurbaniyan jî wiha axivî: “Aşkereye ku siya Erdoganî ketiye ser vê dosyayê. Sebra mirovan nemaye, ti berpirsiyariya kesî nîne ku bi nezaket jî bibêje. Ev mirov ne mecbûr in ku li hemberî we nazik bin. Dozger Ozkûrşûn kujeran diparêze. Parastina di vê astê de ya sûcdaran, nîşaneya rêxistiniyê ye. Em dizanin ku li vî welatî dad ketiye destê rêxistineke olî.”
Parêzer Atalayî diyar kir ku ji ber wezîfeya xwe ji bo tiştên dijyasayî bikar aniye û bandor li dadgehkirina adil kiriye xwest giliyê dozger Galîp Yilmaz Ozkûrşûnî bikin.
Dozgerî nêrîna xwe pêşkêş kir. Ji bo parastina xwe pêşkêş bikin, dema parastina bersûcan dirêj kirin. Lê bersûcan diyar kirin ku ew paraznameyên xwe yên berê qebûl dikin û dem newxestine. (DŞ/FD)