Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsê ku li Hezexê, navçeya Şirnexê bi wesayita zirxpoş li Mîhraç Mîroglûyê 7 salî xistibû û ew kuştibû, piştî îfadeya xwe daye serbest bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriya Komarî ya Hezexê, bi sedema ku “di qezaya trafîkê de bûye sedema mirinê” lêpirsîn vekiriye. Polîsê ku bûye sedema kuştinê nehatiye desteserkirin û piştî bûyerê bi sê rojan, îro çûye îfadeya xwe daye. Polîsî piştî îfadeya xwe li edliyeyê daye, serbest bûye. Polîsî gotiye, ew ne bi lez diçû wiha îfade daye: “Min bi zanebûn nekir, min nedixwest bi vî awayî bidawî bibe.”
Çi bûbû?
Li Taxa Tûrgût Ozalî ya li Hezexê, navçeya Şirnexê wesayiteke zirxkirî di 3yê Îlonê de li bin guhê Mîhraç Mîroglûyê 7 salî xistibû. Li gorî gotinên şahidan, wesayit dema zarokî pisqilêt diajot lê qelibiye.
Li gorî Rapora Hezîrana 2019an a Komeleya Mafên Mirovan a Amedê di navbera salên 2009 û 2019an de herî hindik 63 wesayitên zirxpoş li welatiyan qelibîne. (AÖ/FD)