Li Taxa Yenî ya Şirnexê hefteya rabirdû mêrê bi navê M.B. tecawiz li zaroka 9 salî kiriye.
Li Taxa Yenî ya Şirnexê zaroka 9 salî dema li parkê bi hevalên xwe re dilîze, apê wê yê bi navê M.B. bi hinceta lîstikê zarokê dibe jêrzemîna malê û êrişa zayendî pêktîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bi qêrîna zarokê re cîran pêdihesin û malbata zarokê agahdar dikin. Her weha dayîka zarokê polîsan ji bûyerê agahdar dike, polîs êrişkar M.B.yî li cihê bûyerê desteser dike.
Piştî îfadeya M.B.yî ya li Midiriyeta Emniyetê wî sewqî Dadgeha Şirnexê dike. Dadgehê bi tohmeta ku “tûndkarî û îstismara zayendî kiriye” biryara girtina M.B. daye û ew şandiye girtîgeha Şirnexê.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya