Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kiriye ku li Afganistanê bi awayekî giran binpêkirina mafên zarokan berbi zêdebûyînê ve diçe.
Hervê Lûdovîc De Lys, Nûnerê Afganistanê yê UNICEFê diyar kiriye ku ew têkildarî binpêkirina mafên zorakan ecêb mane û gotiye, “Li bajarê Kandaharê di 72 saetên dawî de 20 zarok mirine, 130 zarok brîndar bûne. Her weha li bajarê Hostê 2 zarok mirine, 3 zarok brîndar bûne û li eyaleta Paktîayê 5 zarok mirine, 3 zarok jî brîndar bûne.
Lûdovîc De Lysî destnîşan kiriye ku her roj hovitî û wehşet berbi zêdebûnê ve diçe û weha gotiye, “Ev ne hejmar e. Her yek ji van mirinan trajediyeke.”
UNICEFê diyar kiriye ku li Afganistanê jixwe rewşa zarokên bêberevanî gîhaştiye xalekî metirsîdar. Gelek zarokên kur û keç ji bo ku bûne şahidên wehşetên ku li dijî malbat û civaka ku lê dijîn pêk hatiye, travma bi wan re çêbûye.
Ji aliyê din li gelek bajarên Afganistanê 2 heftene di navbera mîlîtanên Talîbanê û hêzên ewlekariyê de şer dewam dike. Piştî DYAyê biryara vekişandina hêzên xwe yên leşkeri li Afganistanê daye, asta êrişên Talîbanê gîhaştiye lutkeyê.
(KO/AY)