Bavê ku îstismar li kurê/keça xwe kiriye bi şertê kontrola edlî serbest bûye
![Bavê ku îstismar li kurê/keça xwe kiriye bi şertê kontrola edlî serbest bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/247/881/original/afganistan-gocmenler1.jpg)
Fotograf: Hale Güzin Kızılaslan / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hişyarî*Ji ber berjewendiya zêde a zarokî/ê me behsa detayan nekir. Raporên bi mijarê re peywendîdar li bal me me. *Dibe ku nûçe ji hêla tundkariya mêran û îstismarê bandorê li we bike. Dema we fam kir ku wê bandorê li we bike, em pêşniyar dikin ku hûn serî li Mor Çatiyê û saziyên peywendîdar bidin. |
Dadgehê biryar daye ku Refîk Y. endamê AKPyê yê bi îdiaya îstismar li kurê/keça xwe kiriye dihate dadgehkirin, bi şertê kontrola edlî serbest bibe. Refîk Y. ji ber “îstismara xurt li zarokî kiriye” dihate dadgehkirin.
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hatiye. Refîk Y.yê girtî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdar bûye û tawanên li dijî wî tên kirin, qebûl nekiriye.
“Em qebûl nakin”
Parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan, bi van gotinan doza navborî ji bianetê re şîrove kir:
“Digel ku di rapora Tipa Edlî de gotiye şopên îstismarê hene, bav bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Ti eleqeya vê bi hiqûqê re nîne ku bêyî delîlan kom bikin pêk hatiye. Di dozên îstismarkirinê de nabe gumanbarên mêr ewqas bi hêsanî serbest bibin. Em biryarê qebûl nakin.”
Çi bûbû?
Refîk Y. û Nazli Û.ya ku li navçeya Selçûkê ya Îzmîrê dijiyan demeke berê, biryar dabûn dev ji hev berdin. Ji ber ku li Selçûkê Dadgeha Malbatan nîne, doz şandibûn Dadgeha Asliye Cezayê.
Dema doz dewam dikir ji bo mafê welayeta Y.B. û M.M. yên 3 salî doz hatibû vekirin.
Parêzerên Nazli Û.yê di danişîna 24ê Adara 2021an de raporên pisporan û nêrînên psîkologê/î jî pêşkêşî dadgehê kiribûn ku tê de digot bavî îstîsmar li Y.B. kiriye.
Lê dadgehê rapora lêkolîna civakî ya psîkologekî/ê amade kiriye qebûl kiribû û mafê welateya zarokî/ê ya demkî dabû bavî. Biryar dabû ku dê her rojên şemiyê di saetên diyarkirî de dê zarokan bibîne.
Parêzer Ozgur Baykal û Firat Guneşî li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabûn.
Lê dadgehê daxwazên parêzeran qebûl nekiribû. Piştî ku Saziya Tipa Edlî di 9ê Hezîranê de rapora xwe amade kiribû û gotibû şopa îstîsmara cinsî heye Refîk Y. hatibû girtin. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)