Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê Tirkiye xistine nav wê lîsteya wan welatan ku zarokan weke leşkeran didin şerkirin. Bi vê biryarê re caka yekem e ku welatekî endamê NATOyê dikeve nava vê lîsteyê.
Li gorî nûçeya beşa kurdî ya dengê amerîka ya ji Reutersê wergirtiye, karbidestekî Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê dîyar kiriye ku Tirkiyeyê “piştgiriyeke berbiçav” daye Artêşa Sûltan Mûradî. Heman karbidestî diyar kiriye ku ev artêş li Sûriyeyê li dijî rêveberiya Beşar Esadî şer dike û zarokan weke leşkaran didin şerkirin.
Rapora Wezaretê amade kiriye, aşkere kiriye ku li Lîbyayê jî zarokên leşker hatine bikaranîn.
Piştî rapor aşkere bû, Ned Price, Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve di civîneke çapemeniyê de diyar kiriye ku Washington hêvî dike li ser wê kêşeyê bi Enqereyê re bixebite:
"Bi taybetî derbarê Tirkîyeyê de… Cara pêşiye ku endameke NATOyê, ketiye lîsteya qanûna pêşîlêgirtina leşkerên zarok.’’
Price-î daye zanîn ku Tirkîye li herêmê wek endamekî NATO pêşengîyê dike û dîyar kiriye ku ew dikare li ser bikaranîna zarokên leşker yên li Lîbya û Sûrîyeyê danûstandinan bike.
Tirkîyeyê heta niha ji bo vê raporê ti bersivek nedaye.
Reutersê bi bîr xistiye ku Tirkîyeyê, li Sûrîyeyê li dijî DAIŞê û hêzên Kurdan yên bi piştgirîya DYAyê operasyon çêkirine, serhildayên sûriyeyî jî bikar anîne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hin ji wan komên serhildayan bi êrîşên li dijî sîvîlan û talanê tawanbar dikin.
NY dixwaze ku Tirkîye wan hêzan kontrol bike, lê Enqere dibêje ku ew îdia bêbingeh in.
Li gor rapora Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê , hikûmetên ketine lîsteya welatên ku tilîya wan di bikaranîna leşkerên zarok de hene, ji bo hin alîkarîyan ewlekarîyê û ekîpmanên leşkerî rastî sînordarkirinan tên.
Reutersê daye zanîn û gotiye, hîn ne zelal e ku Tirkîye dê rasterast bi wan sînordarkirinan re rûbirû bimîne yan ne. (FD)