Fotograf: Cemîl Ugûr / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sînan Aygul, Xwedî û Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Bitlis Newsê, demek berê nûçeyek weşandibû ku tê de vîdeoyek hebû. Di vê vîdeoyê de tê xuyakirin ku li Bedlîsê zilamekî 60 salî li kolanê bi zorê maçî zarokeke keç a 16 salî dike û wê îstismar dike. Piştî weşandina vê vîdeoyê, doz li Sînan Aygulî vebûbû û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Aygul duh (30ê Hezîranê) çûye Girtîgeha Vekirî ya Tetwanê û ketiye girtîgehê.
Aygul li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “Ji bo min ev ceza ne tiştek e, lê cezakirina nûçeyê, ew nûçeya ku bi taybet îstismara zayendî ya li zarokekê hatiye kirin, derxistiye holê, wê me bibe hêleke gelekî cida. Em destûrê nedin vê, azadiya çapemeniyê bi vî awayî asteng bibe, tacîz û tecawiz bi vî şiklî rewa bibe.”
Çavlirêye ku Aygul piştî demeke kurt li girtîgehê bimîne, bi şertê kontrola edlî serbest bibe.
“Belgeya şermê ya dîroka çapemeniyê ye”
Ji ber ku Aygul ketiye girtîgehê, Komeleya Rojnamegeran a Bedlîsê jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku cezakirin, ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê, wê weke belgeya şermê ya dîroka çapemeniyê bê qebûlkirin.
Çi bûbû?
Sînan Aygulî bûyera îstîsmara zarokekê ya di Tîrmeha 2019an de bûbû, bi sernavê “Li Tetwanê skandala ‘Tacîza Zayendî’ di kameraya ewlehiyê de derketiye holê” kiribû nûçe. Di nûçeyê de rûyê zarokê veşart û navê wê nenivîsandibû. Ji rojnameya Cûmhûriyetê het aya Haberturkê, ji Sabahê heta Kararê û ji TV100ê heta gelek kanalên din ên televizyonê di bultenên xwe yên şevê de vîdeoya heyî ji Aygulî wergirtibûn û weşandibûn.
Piştî ku civakê bertekeke mezin nîşan da, êrîşkar li Denhizliyê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin. Malbata zarokê giliyê êrîşkarî kiribû. Ji ber “îstismara zayendî ya giran”doz lê vebûbû. Piştî dadgehkirinê dadgehê 5 sal cezayê girtîgehê lê birîbû lê ew tehliye kiribû.
Bi tohmeta ku “nepeniya lêpirsînê binpê kiriye” doz li Sînan Aygulî jî hatibû vekirin. 10 meh cezayê girtîgehê li wî birîbûn. Lê Dadgeha Îstînafê cezayê lê hatibû birîn daxistibû 5 mehan.
(HA/FD)