Fotograf: Hale Guzîn Kizilaslan / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di doza herdu zarokên ku îstismara zayendî li Elmaliya Antalyayê li wan hatiye kirin de dê û zirbavê zarokan bi şertê kontrola edlî hatine tehliyekirin. Ji ber tehliyebûnê bertek hatiye nişandan. Zarokan bi wêneyên ku xêzkirine îstismara li wan hatiye kirin, vegotine.
Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatan jî daxuyanî daye û gotiye, wan ji bo ku di danişînên din de dê û zirbavê ku di doza Elmaliyê de hatine tehliyekirin were girtin daxwaz kiriye û ew pêvajoya hiqûqî ya dozê dişopînin.
Ji aliyê din ve gelek kes li ser medya civakî bi etîketa #elmalıdavası(doza elmaliyê) bertek nîşanî bûyerê dide.
Îstismar bi belgeyan hatiye ispatkirin
Saadet Ozkan, Seroka Komeleya Tekoşîna Li Dijî Îstismara Zarokan(UCIM) ku şopînera dozê ye piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî daye û gotiye:
"Du zarokên ku temenê wan 6 û 8e ji aliyê dê, zirbav û xizmên xwe ve bi sîstematîk hatine îstismarkirin. Ger jiyana van zarokan neparastîbûya, dibe ku termên wan li dereke bihata dîtin. Tipa Edlî ya Balikesîr û Stenbolê, pisporên Xizmetên Civakî yên Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê ya Antalyayê, îstîsmara zayendî ya ku li zarokan hatiye kirin bi belgeyan tomarkirine. Lê îro ew kesên ku îstismar li zarokan kirine di nav me de digerin. Her tim tê gotin ku belge hatine komkirin, îhtîmala reşkirina delîlan nîne, gelo ev zarokana di ewlehiyê de ne?"
Çi bûbû?
Di sala 2020an de pîrika herdu zarokan ya bi navê G.S. bi îdiaya ku îstismar li her du neviyên wê hatiye kirin, serî li dozgeriyê daye. Pîrika zarokan giliyê bûka xwe ya berê Merve A., mêrê wê Rahmî A. û hevalên bûka xwe yên mêr kiribû. Dozgeriya ku lêpirsîn dabû destpêkirin îfadeyên zarokan girtibûn. Zarokan di îfadeyên xwe de îstismara ku li wan hatiye kirin him bi devkî û him jî bi wêneyên ku xêzkirine vegotibû. Ev wêneyana di dosyeya lêpirsînê de bû.
Di 6ê Kanûna 2021an de Dadgeha Cezayê Giran a Elmaliyê di danişîna 3em de biryara tehliyekirina dê û zirbavê zarokan dabû.
(AO/AY)