Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Anadolû Kulturê di çarçoveya xebatên ji bo zarokan de raporek bi zimanê kurdî û tirkî weşandiye.
Di raporê de bal kişandiye ser rola hunerê ya ji bo bandorên pevçûnên li Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Wanê yên li ser zarokan di nava 5 salên dawî de.
Rapor li ser rola hunerê ya di xebatên piştevaniya psîkososyal yên vê demê de radiweste ku bandora qonaxên bipevçûn a li zarokan kêm bike û bo raya giştî bibe rêbereke berdest.
Rapora “Kevir, Kaxez, Meqes: Piştevaniya Psîkososyal a bo Zarokan di Qonaxên Pevçûnê de û Rola Hunerê” ji aliyê Ebru Ergin û Ezgi Koman ve hatiye nivîsîn.Ebru Erginderûnnasa pispor eku hê jî di Bernameya Doktorayê ya Beşa Xizmeta Civakî ya Zanîngeha Hacettepeyê de xebatên xwe didomîne. Ezgi Koman Zanîngeha Hacetepeyê qedandiye û aktîvîst, nivîskar û pispora perwerdehî û geşadana zarokan e.
Bi 58 kesan re hevdîtin hatine çêkirin
Ergin û Komana ku ji Navenda Mafên Zarokan ya Fisayê ne di çarçoveya vê lêkolînê de di navbera Tîrmeha 2020 - Nîsana 2021ê de li 5 parêzgahan bi tevahî bi 58 kesan re anket û hevdîtinên berfireh kirine ku 42 ji wan, nûnerên 33 sazgehên cuda bûn û 16an jê bi serê xwe xebat bi rê ve birine. Rêxistinên civakî yên sivîl ku bo zarokan xebatên hunerî dikin, sazgehên hunerê, nûnerên qada giştî, perwerdekarên ku bi serê xwe xebatên hunerê li dar dixin û aktîvîstên serbixwe tevlî hevdîtinan bûne.
Di raporê de li ser wan sazgeh û stratejiyan rawestiyan ku di bernameyên piştevaniya psîkososyal de hunerê weke amûrekê bi kar tînin, pêdiviyên heyî û yên gengaz hatin pênasekirin û hat tesbîtkirin ku huner çawa û çiqasî hatiye bikaranîn, bandora hunerê li ser başbûna zarokan çi ye û di vê qonaxê de çi zehmetî hene û sedemên wan çi ne. Herwiha di raporê de çavdêrî, pêdivî û pêşniyazên beşdaran yên derbarê berdewamiya xebatê jî cih digirin. Ji ber ku lêkolîn di qonaxa şewba cîhanî Covîd-19ê de hat kirin, di raporê de çavdêriyên derbarê bandora qonaxê a li xebatên bo zarokan jî hene.
Ji nivîskarên raporê Ebru Erginê gotiye, “agahiyên ji lêkolînê hatine bidestxistin delîlên şênber nîşan didin ku zarok piştî qonaxa pevçûnê pirsgirêkên psîkososyal dijîn û wisa berdewam dike: “Pirsgirêkên danûstandinê, xweîzolekirina giran, weneyên ku di çalakiyên perwerdehiyê de xwe didin der, bertekên hestî yên zarokan ên gava ku mamoste derbarê qonaxê danûstandinê dikin, qonaxa pevçûnê ku di bîranînên zarokan de gelekî cih digire, çavdêriya wê ku şiyana vegotina hestan li gor qonaxa berî pevçûnê bi paş ketiye, hestyarî û nerehetiya zarokan li hember dengê bilind, kêmbûna eleqeya çalakiyên civakî û dibistanê, rewşa ku mijara lîstik û çalakiyên din bêhtir şer û şidet pirsgirêkên sereke ne ku tên xuyakirin.”
Ezgi Komanê jî diyar kiriye ku huner bo serboriyên trawmatîk yên zarokan wekî derman e û zarok pê rehet dibin, tên ser xwe û weha gotiye;“Divê bernameyên piştevaniyê yên bo zarokên di bin bandora pevçûnê de, bêhtir bên kirin û di van bernameyan de huner bêhtir bê bikaranîn ku ev bo bandorkeriya xebatên bo zarokan gelekî girîng e. Bo berbelaviya van xebatan divê fon piştevaniya kes û sazgehan bikin û ji aliyê naverok û rêbazê ve alîkarî bê kirin ku xebat xurt hêsan bibe. Divê stratejî bên pêşxistin ku bandora van xebatan zêde bibe, serederîkirina zehmetiyan hêsan bibe û bo fêmkirina girîngiya xebatên hunerê bibin alîkar.”
Derya Bozarslan, koordînatora Bernameya Piştevaniyê ya Xebatên bo Zarokan ku bo amadekirina vê raporê bûye wesîlegotiye,“Ev rapora ku em hêvî dikin bibe wesîle bo diyarkirina stratejiyên giştî yên qada xebatên bo zarokan û di çarçoveyeke dirust de piştevaniya sazgehan bê kirin, hem bo Anadolu Kulturê hem bo sazgehên ku di vê qadê de dixebitin wekî reberêkê ye ku bernameyên perwerdehiya bi hunerê amade bikin” û wiha lê zêde dike: “Em di wê baweriyê de ne ku dê bo sazgehên rêvebirên xebatên bo zarokan û xebatkarên qadê bibe rêber ku bernameyên berfireh yên xurtkirina kapasîteyê li dar bixin, naverokên resen hilberînin û xebatên piştevaniyê yên sazgehî bikin.”
Bozarslanê aniye zimên ku bi vê lêkolînê armanc dikin rewşa heyî û veguhastinan bibînin û bi windayî û destkeftiyan pênc salên dawî yên mafên zarokan û qada xebatên bo zarokan binirxînin.
(AO/AY)