Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leşkeran gule bera Şahap Şendolê 23 salî û C.E.yê 17 salî kiriye dane ku xwestine ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin. Şenol şivantiyê dike û C.E. jî bazirganiya sînorî.
Roja 18ê Gulanê, Şendolê ku li nav sînorê Herêma Kurdistanê pezê xwe diçêrand û C.E.yê ku ji bo cigareyan ji Herêma Kurdistanê bikire sînor derbas kiribû, dema vedigeriyan gundê xwe, li nêzîkî gundikê Çemê Kurkê, leşkeran gule bera wan daye.
Guleya ku bera Şendolî dane li destê wî, ya li C.E.yî jî li pişta wî ketiye û ji bin dilê wî derketiye.
Welatî û xizmên birîndaran ên ku çûne herêmê, ciwan birine nexweşxaneyeke li Herêma Kurdistanê.
Li wir du tiliyên destan ên Şendolî jê kirine. C.E.yê ku du saetan di ameliyatê de maye li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.
Walîtiya Colemêrgê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
“Hêzê ji bêcezatiyê distînin”
Sait Dede, Parlamenterê HDPyê û Ergun Canan, Serokê Baroyê ji bianetê re gotin, sedema esasî ya bûyeran ew e ku pirsgirêka kurdan nayê çareserkirin û polîtîkayên bêcezatiyê ne.
Sait Dedeyî got: “Çemê Kurkê 10-15 metre dûrî sînorî ye û cihekî nexweş e. Ajal ji xwe her gav diçin aliyê din ê sînorî.
“Beşeke mezin ji malbatên vî gundî li Kurdistana Iraqê dijîn. Her daîm têkiliya mirovan bi aliyê din re heye, beşek ji wan welatiyên her du dewletan e.
“Her weha ji ber polîtîkayên ewlekariyê li Rûbarokê ajalvanî û zozanvanî nikarin bikin. Ti dahata mirovan nîne. Ji ber têkiliyên malbatî diçin aliyê din û tên, dewlet jî vê dizane.
“Rasterast guleyan bera wan didin”
“Şahap jî li Iraqê şivantiyê dike. Tevlî C.yî vedigerin gundê xwe. Dema ber bi sînorî ve tên, leşker bera wan didin. Malbat dibêjin, leşkeran ji 40-50 metroyî gule bera wan dane. Dikarin ji ber binpêkirina sînoran ceza li wan bibirin, cezayê pereyan, desteserkirin lê nakin, rasterast guleyan bera didin.
“Her weha leşker piştî guleyan bera wan didin alîkariya wan jî nakin. Bi alîkariya Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê, ew dibin nexweşxaneyê û niha li wir tên dermankirin.
“Bûyer di 18ê Gulanê de bûye, ê me em duh bi şev pê hesiyan. Ger di çapemeniyê de neweşe, ser bûyerên wiha digirin. Dema bûyerên wiha di çapemeniyê de derdikevin, dibe sedema gotinên “gule pekiyaye”, “Ji ber qaçaqçîtiyê”. Ma tiştê li beramberî qaçaqçîtiyê kuştin e?
Görüntüler yine Derecik'ten, sınır hattında silahsız sivil iki gencimiz askerler tarafından açılan ateşle vuruldu.İmha konseptiyle uyum içinde ilerleyen ve failleri elbirliğiyle koruyarak cesaretlendiren yargıya soruyorum hangi yasalara göre hareket ediyorsunuz,hani yaşam hakkı! pic.twitter.com/RpNzUzwiCJ
— Dr. Sait Dede (@DrSaitDede) May 19, 2021
“Mirov li nav erdên xwe tên kuştin”
“Her weha ne tenê li ser sînorî ev bûyer çêdibin, mirov li nav erdên xwe tên kuştin. Ozcan Onayê 16 salî di 30ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de li nav erdê xwe gule lê dan.
Surmî Înce di sala 2016an de nava rojê dema xwarn dibin ji zarokên xwe yên di nava erdî de hate qetilkirin.
Şelale Derelî di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de di nava erdê xwe de hate kuştin. Reşat Ekinci, birayê C.yî di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de birîndar bû.
Vedat Ekinci, di 1ê Tebaxa 2020an de dema pezê xwe diçêrand, gule bera wî dan. Û gelek ji van bêceza man. Ev jî hêzê dike hêzên ewlekariyê.
“Ev bûyer hemû jî ji ber pirsgirêka kurdan çareser nabe, pêk tên. Ji polîtîkayên desthilatdariyê ne cida ye.
Ger dadgehkirin pêk were wê ev rewş nebe. Ji ber polîtîkayên ewlekarîparêz em gelek mirovên xwe bi vî rengî ji dest didin.”
“Ser bûyeran digirin”
Ergun Canan: “Cihê ku bûyer lê pêk hatiye, gelekî nêzî sînorî ye. Du ciwan li aliyê din ê sînorî bûne. Niştecihên gundî her daim li ser sînorî pezên xwe diçêrînin an jî bazirganiya sînorî dikin.
“Bêyî ku ti hişyariyekê li wan bike gule bera van ciwanan jî dane. Li kîjan aliyê sînorî be bila bibe, nabe bi vî rengî guleya berdin. Ev êdî li herêmê bûye rewşa asayî. Ev ne ya yekem e, dibêjin guh nedane hişyariyê da ku bisekinin û mirov bi vî awayî tên kuştin. Ev bûyerên ku li ser sînorî pêk tên nabin mijara dozan jî, ser bûyeran digirin.” (RT/FD)