Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyan di sê salên dawî de zêdetirî 18 hezar penaberên zarok li Ewropyê winda bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, rojnameyên De Standaart û Knackê tevlî Lost in Europe, saziya rojnamegeriya lêkolînan bi hev re nûçeyek amade kiriye. Li gorî vê nûçeyê ji 2018ê û vir ve agahî ji 18 hezar û 292 zarokan nayê wergirtin ku bêyî dê û bavên xwe an jî xizmên xwe çûne Ewropayê.
Nûçeyê diyar kiriye ku zarok bêhtir ji Fas, Cezayir, Erître, Gîne û Afganistanê çûne Ewropayê. Her weha ji ber ku li welatên weke Romanya û Fransayê bûyerên bi vî rengî nayên tomarkirin, dibe ev hejmar gelekî zêdetir be.
Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku rêbazên welatên Ewropayê yên di tomarkirinê de bikar tînin ne li gorî hev in û ji ber wê jî ev dane ne zêde rast in.
Her weha ji ber ku hin zarok ji welatekî Ewropayê çûne welatekî din ê Ewropayê û li wî welatî winda bûye. Lewre ji carekê zêdetir weke winda hatine tomarkirin. Derketiye holê ku di hin bûyeran de zarok weke mezinan, mezin jî weke zarokan hatine tomarkirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku ji ber pandemiyê koç kêm bûye, ji ber vê jî hejmara zarokên winda bûne jî li gorî salên borî ketiye. Europol, rêxistina polîsan a Ewropayê diyar kiribû ku di sala 2016ê de herî hindik 10 hezar penaberên zarok winda bûne. (AO/FD)