Fotograf: csgorselarsiv.org/ Ozge Ozguner
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
DestpêkMixabin tundkariya zayendî yek ji wan mijaran e ku her tim di rojevê de ye. Em dibînin ku gelek zanyarî û nirxandinên şaş û kêm li ser gelek hêlên vê mijarê hene. Divê em bi awayekî zelal nîşan bidin ku nebîrbiriya şexsî û civakî, pergala baviksalariyê û newekheviya zayenda civakî, tabû û mît, ew îdiayên ku fail ji bo kesên tundkariya zayendî li wan hatiye kirin, tohmet bike û civakê manîpule bike, bilêv dikin, pirsgirêkên di pêvajoya darazê de; dibe sedem ku kesên tundkarî li wan bûye cara duyem biêşin, tundkarî careke din were sazkirin û ji nifşên din re weke mîrate bimîne, tenduristiya şexsî û civakî têk bibe. Em pênc pisporên psîkîyatriyê ji bo zanyariyên rast bidin hatin ba hev. Me xwest di vê dosyayê de bibêjin ku tundkariya zayendî çi ye, ne çi ye, mît, sedemên dihêle tundkariya zayendî ji nedîtî ve were dîtin û nehêle kesên tundkarî li wan hatiye kirin, vî tiştî nebêjen, bandora selihandinê ya edaletê û encamên wan dosyayan ku bûne mijara darazê, berhev bikin. Dr. Ebrû Toprak Dr. Ozlem Altûntaş Dr. Arzû Erkan Yuce Dr. Çîgdem Çolak Kalayci Dr. Bûrcû Rahşan Erîm |
Tundkariya zayendî mafên mirovan ên bingehîn bi awayekî dijwar binpê dike. Heke kesek zayendîtiyê ji bo ya li hemberî xwe kontrol bike, bixe bin bandora xwe, biçûk bixe, sivkatiyê lê bike, ceza bike bikar bîne, ev “tundkariya zayendî” ye.
Mirov piranî piştî tundkariya laşî tundkariya zayendî li wan tê kirin. Lê ji ber şermê û xwe tohme dikin gelek caran tundkariya zayendî aşkere nakin.
Ji ber vê ye, her çiqasî di jiyana malbatan de û ji derveyî wê, tundkariya zayendî zêde ye jî, em dizanin ku di lêkolînan de rêjeya wê ji tundkariyên din kêmtir derdikeve.
Şêweyên tundkariya zayendî
Tecawizkirin,
Bi darê zorê bixwaze bikeve têkiliya zayendî,
Pozisyonên zayendî yên naxwaze pê bide kirin,
Gotina “Na”yê ji nedîtî ve were,
Bêyî daxwaza jinê, weke hovan û bi êş bikeve têkiliya zayendî,
Bi darê zorê alkol an jî tiryakê bide û bi darê zorê bikeve têkiliya zayendî,
Bêyî daxwaza jinê û di wan demên ku jin naxwaze de bi darê zorê bikeve têkiliya zayendî, dest bide cihên zayendî,
Zayendîtiyê weke rêbazeke cezadan/xelatkirinê bikar bîne,
Bi darê zorê bike ku jin bi hinekên din re bikeve têkiliya zayendî,
Bi darê zorê karkeriya seksê bide kirin,
Dema bi hin kesên din re bikeve têkiliya zayendî, bike ku jin bi darê zorê li wî karî temaşe bike û bide temaşekirin,
Ji bo têkiliya zayendî, bike ku jinê bi tirs, gefxwarin û hin rêbazên weke van qanih bike.
Zayendîtiyê tenê ji bo kêfa dilê xwe bijî, daxwaz û bendewariyên ya li hemberî xwe ji nedîtî ve were,
Tacîza devkî û laşî, teşhîrkarî, bi darê zorê dîmenên pornografîk pê de temaşekirin,
Her gav li pey be û bi rêya telefon, înternet ango kelûpelên teknolojîk materyal û gotinên zayendî jê re bişîne û nerihet bike,
Bêyî destûrê bistîne dîmenên tazî yên zayendî bikişîne û van dîmenan belav bike an jî gefa belavkirinê lê bixe,
Bi gotinên xwe sivkatiyê li laş û zayentîtiya wê kesê bike,
Ev in şêweyên tundkariya zayendî yên pir tên dîtin (1).
Ev liv û tevger dihêlin ku ziyana laşî, psîkolojîk, hestyarî û civakî çêbibin. Ew kesê ku sûcê zayendî dike vî karî bi piranî ji bo tundkariyê bikar tîne, hêza xwe li ser hin kesên din ferz dike û desthilatdariyê li ser wan ava dike. Dibe ku tundkariya zayendî bi rêya qanihkirinê, xapandinê, gefxwarin an jî zordariyê pêk hatibe. Nirxandina zayendîtiyê bi tenê, ne bes e ji bo pêşî li dubarekirina van çalakiyan bigire (2).
Cureyên tundkariya zayendî
Em dikarin tundkariya zayendî di sê kategoriyan de dabeş bikin: Îstîsmara zayendî, tacîz û êrîşa zayendî/tecawiz.
Îstîsmara zayendî: Her cure liv û tevger in ku ne bi xwaza aliyekî pêk tê. Dema mijar bibe zarok, nabe li “razîbûnê” binêrin. Her cure liv û tevgerên li hemberî kesên temenê wan ji 18an kêmtir e pêk tên, “îstismara zayendî” ye. Tekane berpirsiyarê van liv û tevgeran ew kes e ku ew liv û tevger kirine (3).
Tacîzkirin: Flort û cîlwekirin ne du tiştên wiha ne ku mirov dema wan bike, şaş bên famkirin. Flotrkirin hestên erênî çêdikin, lê tacîzkirin hestên neyênî derdixin holê û kesa ku tacîz ê hatiye xwe di bin zextê de his dike. “Na”, na ye, nayê wateya nazîkirinê an jî nayê wê wateyê ku “na” wê paşê bibe “erê”. Heke kesa li hember nexwaze û digel naverok ne zayendî be jî bi israr şandina mesajan, bi telefonê lêegerîn, şopandina hesabên medyaya civakî û li ser hev şandina gul û çîçekan jî tacîz e.
Tacîz, weke hin mêr dibêjin ne “henek” e an jî “hêleke wê ya bikêf” nîne. Divê bi gotinên weke “Ew hinekî bi ser jinan ve miriye, tolaz e” neyê asayîkirin (4).
Êrîşa zayendî: Dema liv û tevger bi awayekî laşî pêk werin, ev dibe êrîşa zayendî.
Tecawiz: Xistina bi rêyên vagînal, anal, oral an jî hewldanên xistinê ne (3)
Ensest û tecawiza navmalê: Du cureyên tundkariya zayendî ne ku herî zêde pêk tên. Çawa di tundkariya nav malê de heye, di vê de jî kesên li wan tên kirin nawxazin li ser vê meseleyê biaxivin.
Ji sedî 67ê ku dibêjin tundkariya zayendî li wan hatiye kirin, di heman demê de dibêjin ku tundkariya laşî jî li wan bûye (5).
Dema em li van hemû tiştan dinêrin em dibînin ku bê ka tundkariya zayendî çiqas berfireh û kûr e û çiqas kêm behsa wê tê kirin. (ET/EMK/NO/FD)
Çavkanî û ji bo xwendinê hin pêşniyar yên ji zimanê tirkî
- Mor Çatı Kadın Sığınağı Vakfı, 2020
- Türkiye Psikiyatri Derneği Kadın Ruh Sağlığı çalışma Birimi Basın Açıklamaları.
- Psikiyatrist Prof.Dr. Şahika Yüksel- Bianet 2020 Cinsel Saldırılarda Profesyonel Tanıklık.
- Ulusal Psikiyatri Kongresi Kadın Ruh Sağlığı Çalışma Grubu Raporu- 2019.
- Gülseren L, Başterzi AD, Gündelik Yaşamdan Kliniğe Şiddet ve Psikiyatri içinde. Editör: Leyla Gülseren (Ed.) 1. Baskı, Ankara, Türkiye Psikiyatri Derneği Yayınları, s.55-87, 2017.