Fotograf: Twitter
Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî ji bo dersa bijarte ya bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) were hilbijartin daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de bang li malbatan kiriye û xwestiye ku bila zarokên wan dersên kurmancî û kirmancî li dibistanan hilbijêrin.
Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye:
“Wek ku tê zanîn li Bakûrê Kurdistanê dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) di îlona sala 2012an de kete mufredata perwerdehîyê. Bi vî awayî êdî xwendekarên polên 5,6,7 û 8an di bin bana ziman û zaravayên zindî de dikarin bi dilê xwe dersa kurdî hilbijêrin. Kurmancî û zazakî jî di nav van dersên bijarte de ne. Di xebatên pedegolojîk ên heta niha hatine kirin de girîngîya dersên bijarte li berçavan e. Her wiha dersên kurdî, girîngî û bijartina van dersan ji bo xwendekarên Kurd du caran girîngtir e. Yek ji ber ku zimanê zarokan ê zikmakî ye ya duyem ji ber ku êdî kurdî di nav zarokan de zêde nayê axaftin û rewşa kurdî di bin metirsîyê de ye.
“Di vê meseleyê de rasterast bar dikeve ser milên malbatên Kurd ku ev mafê wan ê rewa bi kar bînîn, bi hişmendî tevbigerin. Bi bijartina van dersan kêm be jî wê zarok zimanê xwe nas bikin û di siberojê de ew ê nebin xerîbên zimanên xwe.
“Niha li hin dibistanan dersên Kurdî bi awayekî sembolîk tê dayên lê em berteka rayedarên dibistanan ya li hemberî van dersan jî dizanin. Rayedar û hin mamoste ji bo ku malbat dersa Kurdî hilnebijêrin bi malbatan re dikevin têkilîyê yan jî bi hasasîyeta malbatan ya dînî dilîzin û nahêlin ku dersa Kurdî hilbijêrin. Divê malbat êdî guh nedin van kiryarên rayedarên dibistanan, hişyar bin û ji bo siberoja zarok û zimanê Kurdî, dersa bijarte ya Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.” (FD)