Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
621 sal cezayê girtîgehê li wî bersûcî hatiye birin ku bi îdiaya li Antalyayê îstismara zayendî li 27 xwendekaran kiriye dihate dadgehkirin.
Mahmut Aydın K.yê girtî ji ber tedbîrên Covid-19 bi Sîstema Agahdariyê ya Deng û Vîdyoyê (SEGBİS) beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê a 6emîn bûye. Malbatên zarokan û parêzerên alîyan jî li salona dadgehê amade bûne.
Bertawanî, di parastina xwe de sûnc û tawanbarîyên lê têne kirin red kirine û beraeta xwe xwestiye.
Heyeta dadgehê ji ber ku "gef xwariye, hêza xwe ji ekrê tê ji bo rêyên xirab bikar aniye û îstismara zayendî ya basit û wesfdar kiriye" 621 sal cezayê girtîgehê daye dersdarê bertawan. Herweha bertawan jî sûncê ‘’îstîsmara zayendî’’ ya li hemberî xwendekarekî jî beraet kiriye.
Heyeta dadgehê biryar daye ku Mahmut Aydın K. ji kare xwe yê dersdariyê were dûrxistin. Dîsa ji ber ku dersdarî sûncê xwe eşkere nekiriye û poşmanîya xwe neaniye ziman, bendên kêmkirinê ji bo cezayê wî bikar neanîne.
Serap Erdugrul, parêzera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Antalyayê ji nûçegîhanan re gotiye ku ew ji biryara dadgehê razî ne û ew dixwazin biryar ji hêla dadgeha jortirîn ve jî were pejirandin. (AO/VU/FD)