*Harun Mete Şahin û Serhat Sariyildirim
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Duh (25ê Çiriya Pêşiyê) zarokek li Osmaniyê ketiye coka avê û xeniqîye. Li Samsûnê jî zarokek ku li sîteya sanayîyê kar dike, li piştî mesaîyê nexweş ketiye û miriye.
Li Kumbet, gundê Kadîrlî, navçeya Osmaniyê Serhat Sariyildirim, zarokê 16 salî dema zeviyê av dike, dikeve coka avê ya DSİyê û dixeniqe.
Kesekî li wê deverê bûyerê dibine û zarokî ji avê deraniye. Piştre ekîbên Servîsa Ecîl a 112ê agahdar kiriye. Sariyildirimî bi ambûlansê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Kadîrliyê û li gel midaxeleyan Sariyildirimî xilas nekirine.
Li piştî mesaîyê nexweş ketiye
Li Vezîrkopru, navçeya Samsûnê Harûn Mete, zarokê 14 salî yê kul i sîteya sanayî kar dike, piştî kar dema diçe mal din ava kolanê de li ser xwe çûye. Kesên kul i derdorê ne ekîbên tenduristiyê agadar dikin û zarokî bi ambûlansê dibine Nexweşxaneya Dewletê ya Vezîrkopruyê. Harûn Mete şahîn li nexweşxaneyê can daye û ji bo ku sedemê mirinê were diyar kirin terme Şahînî şandine Sazîya Tipa Edlî ya Samsûnê.(AÖ/AY)