Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan di 20ê Çiriya Pêşiyê de ji ber lêpirsînnameyeke ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê daye destpêkirin, bi ser mala Faris Turkî ya li Taxa Peyasê girtine.
Li gorî nûçeya Fahrettin Kiliç a Ajansa Mezopotamyayê weşandiye, polîsan îşkence li Faris Turk û hevjîna wî Hanim Turkê û li her du zarokên wan ên 7 û 16 salî kirine.
Farîs Turk piştî polîsan bi ser malê de girtine, ew desteser kirine. Dadgehê jî bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” ew girtiye.
Hanim Turkê ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye ku polîsan di 20ê Çiriya Pêşiyê de saet li derdora 05.00ê mala wan dorpêç kirine û bi ser mala wan de girtine. Turkê diyar kiriye ku digel wan gotiye ew ê derî vekin lê polîsan derî şikandiye.
“Derb li min dan”
Hanim Turkê destnîşan kiriye ku piştî derî hatiye şikenandin 3 polîs bi kûçikekê ketine hundir û wiha pê de çûye:
“Bi kûçikan êrîşî hevjînê min kirin. Kurên min ên 7 û 16 salî li odeya xalên xwe razayîbûn. Kurê min ji polîsan tirsiya û kir qîrîn. Bavê wan got dibe ku polîs tundiyê li zarokan dikin û ber bi odeya wan ve beziya lê polîsan li hevjînê min dan û ew birin odeyeke din.”
Hanim Turkê gotiye ku polîsan derb li wê dane û ew birine odeyeke din. Her weha bi çekê li serê wê dane û kûçik bera wê dane. Wê xwe parastiye lê bi qundaxa çêkê lê dane.
“Kurê min hê ji digirî”
Turkê diyar kiriye ku paşê kûçik birine odeya hevjîn û zarokên wê lê: “Zarokên min bi ser dev de avêtine erde. Kûçik li ser serê wan û ruyê wan birine û anîne. Trawma bi zarokên min re çêbûye. 6 roj in di nava tirsê de ne. Bi qasî 2 saetan îşkence li wan hatiye kirin.
“Kurê min hîna jî bi şev ji tirşe digirî, dike qîrîn û li bavê xwe dipirse. Me jê re nekarîbû bigota ku bavê wî hatiye girtin. Bi şev nikare razê. Vê bûyerê bandoreke gelekî mezin li zarokên min kir.” (EMK/FD)