Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) aşkere kiriye ku heta 22yê Îlonê li seranserê Tirkiyeyê li 76 dibistanan pêketiyên Covid-19ê çêbûne. Sendîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku “Digel MEBê (Wezareta Perwerdeyê ya Netewî) ti tedbîr ji bo vî tiştî negirtibe jî, gelekî watedar e ku li dibistanên taybet perwerdeya ji dûr ve berdewam dike. Divê MEB bi lez û bez midaxele li pirsgirêkê bike û çareseriyan peyda bike.”
“MEB çareseriyan peyda nake”
Sendîkayê diyar kiriye ku li 76 dibistanan nexweş peyda bûne û di 21ê Îlonê de perwerdeya rûbirû destpê kiriye. Egîtîm-Senê destnîşan kiriye ku MEBa ji bo perwerdeya ji dûr ve bi her awayî amadekarî kiriye nikare ji pirsgirêkên heyî re çareseriyan peyda bike.
“Divê MEB bi lez û bez midaxeleyê bike”
Egîtîm-Senê wiha dewam kiriye:
“22yê Îlona 2020an di saetên sibehê de nekarîbûn bikevin EBAyê, rêveberên dibistanan dersdar arasteyî bikaranîna bernameyên cida kirine. Binezasiya teknîk a EBAyê nehatiye xurtkirin û çareserî ji bo pirsgirêka perwerdeya ji dûr ve nehatiye dîtin. Divê MEB bi lez û bez midaxeleyê bike û çareseriyekê bibîne.” (SO/FD)