Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kemal Pekoz, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotiye ku Tirkiyeyê derbarê plana çalakiyan a karkerên zarok a ILOyê de daxuyaniyek nedaye û pirsî ye “Di 5 salên dawiyê de hejmara karkerên zarok çiqas hatiye guhertin?”
Li gor daneyên Rêxistina Karkirinê ya Navnetewî (ILO) li cîhanê 73 milyon jê di karên xeternak de, li ser hev 152 milyon zarok kar dikin. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) herî hindik 720 hezar zarokên temenê wan ji 5an heta 17an kar dikin. Lê Tirkiyeyê hîna derbarê plana çalakiyan a karkerên zarok de ti daxuyaniyek nedaye.
Kemal Pekoz, Parlamenterê Edeneyê ji bo bibersivîne hin pirs pêşkêşî Zehra Zumrut, Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî kiriye.
Pirsên ku Pekozî kirine ev in:
* Li Tirkiyeyê çend zarok kar dikin? Temenê zarokan, zayenda wan û rewşa wan a perwerdeyê çiye?
* Zarok li kîjan beşên karî û sektoran kar dikin?
* Wezareta we derbarê karkerên zarok de ti xebatan dike yan na?
* Wezareta we ji bo têkoşîna li dijî karkerên zarok çi xebatan dike?
* Di 5 salên dawî de di hêjmara zarokên kar dikin de guhertinek çawa çêbûye?
* Heta niha çima derbarê plana çalakiyan a karkeriya zarokan a ILOyê de daxuyanî nehatiye dayîn? Hûn difikirin ku daxuyaniyê bidin?
(AO/FD)