Fotograf: Zepney Kuray
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çawişê pispor ê ku istismara cinsî li zarokeke 10 salî kiriye hatiye desteserkirin.
Li gor nûçeya jinnewsê, duh bi şev (14ê Tîrmeha 2020an) li Şirnexê, li sîteyekê zarokeke keç a 10 salî hatiye istismarkirin.
Baroya Şirnexê: Em bûyerê dişopînin
Baroya Şirnexê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew bûyerê dişopînin:
“Roja 14.07.2020an saet 23.00ê de bûyera istismara cinsî ya li ser zaroka bi navê H. çûye ber destê dezgehên edlî û ji wê qonaxê pê de bûyer ji nêz ve hatiye şopandin û ji bo gotinên mexdûrê, yên şahidan û delîlên kamerayan bikevin nava dosyayê me gelek hewl daye. Ji ber ku fail karmendê dewletê ye mexdûriyeta me zêdetir bûye.
“Dubare car em dibêjin ku em li hemberî her cure êrîşên li zarokan tên kirin derdikevin; em ji raya giştî re dibêjin ku ji bo her hêlên wê aşkere bibin em bûyerê ji nêz ve dişopînin.”
Nûşerîvan Elçî, Serokê Baroya Şirnexê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye, ew ji nêz ve dişopînin.
Bi xwenîşandanekê hatiye protestokirin
Nûran Îmîr, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê li ser hesabê xwe yê Twitterê ew dîmen weşandiye ku welatiyan piştî êrîşa zayendî kişandine.
Her weha komek Şirnexiyan bûyer li navenda bajêr protesto kirine. Gelek kesan bi gotina “#Susmaşirnak” (Bêdeng nemine Şirnex) li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşan dane.
Walîtî: Gumanbar hatiye desteserkirin
Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku kesê bi navê A. A. hatiye desteserkirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe diyar kiriye ku hin welatî 15ê Tîrmeha 2020an de saet li derdora 01.00ê li xeta gilîkirinê ya polîsan geriyan e û gotine kesek li Yeni Mahalleyê welatiyan aciz dike. Walîtiyê destnîşan kiriye ku polîs çûne wir û dîtine karmendê dewletê yê bi navê A. A. serxweş e û derûdorê aciz dike, liv û tevgerên wî ne dire de ne. Polîsan ew desteser kirine. Serdozgeriya Komarî dest bi şopandina edlî kiriye û ji bo selametiya lêpirsîna edlî û îdarî ew kes ji kar hatiye dûrxistin. (EMK/FD)