Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser itiraza parêzerê wan Gonul Aslan û kurê wê Dilgeşê 3 salî tehliye bûne. Aslan di encama lêpirsînnameya derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû girtin û ew tevlî kurê xwe yê 3 salî xistibûn girtîgehê.
Li gorî Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Parêzer Berdan Acûnî hefteya borî serî li dadgehê dabû û xwestibû ku Aslan, Endama Meclîsa Şaredariya Baglarê û kurê wê Dilgeşê bi nexweşiya gurçikan e tehliye bibin.
Berdan Acûnî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara tehliyeyê aşkere kiriye û diyar kiriye ku dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye. Aslan û Dilgeş duh ji Girtîgeha Jinan a Amedê derketine.
Çi bûbû?
Beriya Cejna Remezanê polîsan li Amedê bi ser malên rêveber û endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtibû. Tevlî rêveber û endamên Komeleyê, yên HDP û DBPyê Gonul Aslan jî hatibû desteserkirin.
Aslan jî di nav de gelek kes hatibûn girtin. Ji ber ku kes tinebû ji derve lê binêre Aslanê kurê xwe Dilgeş jî bi xwe re biribû girtîgehê. (AO/FD)