Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Jin Bi Hev Re Bihêz in, ji ber koronavirusê ango Covid-19ê ev demeke çalakiyên xwe yên li dijî îstîsmarê li ser torên medyaya civakî pêk tînin. Îro wê çalakiya xwe dîsa bi heman awayî û bi hashtaga “Em Li Dijî Îstîsmarê Çalakiyê Pêk Tînin” li dar bixin.
Jin wê bi gotina “Îstîsmarê bêtawan nîşan dene, Peymana Stenbolê pêk bîne!” çalakiyê pêk bînin û bibêjin “Ji bo em xwedî li jiyan û mafên xwe derkevin, ji bo em beriya meclis vebe bibîr bixin ku em ê ti carî efûya ji bo îstîsmarkarên zarokan qebûl nekin, em jin careke din bang dikin û dibêjin werin kolanan.”
Li hin bajaran wê jin kom bibin û çalakiyan li dar bixin
Jin bi heman armancan wê 20ê Gulanê roja Çarşemê li Stenbol, Antakya, Kocaelî, Îzmîr, Enqere, Mugla û Didimê bi qurdeleyên binefşî derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin. Jin dê zincîrên mirovan ava bikin û wê li dijî guhertinen di zagonan de hatiye kirin, yên derbarê istismara cinsî de derkevin.
Jin wê Lengergeha Emînonuyê ya li Kadikoya Stenbolê, Qada Ugur Mumcu ya Antakyayê, Pêş Xana Kar a Şaredariya Kocaeliyê, Lengergeha Karşiyakayê ya Îzmirê, saet di 19.00an de kom bibin. Dîsa li Ziya Gokalp a Şaredariya Çankayayê ya Enqereyê wê saet di 12.30 deqîqeyan de, li pêş Banka Garantîya Menteşe ya Muglayê û Qada Bajar a Dîdîma Aydinê saet di 17.30an de kom bibin. (EMK/FD)