Meclîsa Ewlehiya Karî û Tenduristiya Karkeran (ISIG), derbarê bandora şewba vîrusa koronayê ya mehekê de raporek amade kiriye. Meclîsa ÎSÎGê di raporê de aniye ziman ku ji ber li cihê kar bergirî ji bo vîrûsa koronayê nehatine stendin hejmara miriyan zêde bûye.
Meclîsê destnîşan kiriye ku desthilat vê şewbê ji bo xwe firsend dibîne û piştî vê şewbê di mehekê de 81 kargehan, karker ji kar dûrxistine. Meclîsê daye zanîn ku karkeran daxwaza tedbiran kirine û daxwazên wan hatiye paşgokirin. Kkarkerên ku zêdetirî 6 mehan kar kiribin, bêyî sûdê ji mafên xwe bigirin ji kar hatine derxistin. Bi qasî ku hatiye tespît kirin li 251 kargehan tedbîr li dijî şewbê nehatiye girtin û karker di bin metirsiya vîrusê de dane xebitandin.
Li 159 kargehan 855 karker bi vîrusê ketine
Meclîsê daye zanîn, ku di navbera 11ê Adarê û 10ê Nîsanê de herî kêm li 159 kargehan 855 karker bi şewba vîrûsa Covid-19ê ketine û wiha pê de çûye: "Li gel ku di şîrketên weke Arçelik, Tekfen, Posco Assan, Kotonê de vîrus hatiye dîtin jî dîsa hilberîna kar berdewam kiriye. 107 kargehan ji bo tedbîran kar dane rawestandin. Hukumetê ji aliyekî banga ‘li mal bimînin' kiriye, ji aliyê din ji çîna karkeran re jî gotiye "Li şantiyê bimînin' ‘Li fabriqeyê bimînin' û 'Li marketê bimînin'. Serokomar Pakêta Aborîyê aşkere kiriye û di vê pakêtê de li dijî mafê karkeran biryar hatine girtin."
52 karker ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine
Meclîsê di raporê de diyar kiriywe, ku di nava mehekê de 52 karker bi vîrusa Covid-19ê mirine. Her weha kesên ji ber vîrusê mirine temenê wan nêzîkî 51 salî ne. (AY/FD)
* Çavkanî: MA